Biraziya Abdullah Ocalan Berfîn Ocalan: Em azadiya wî dixwazin
- 09:05 2 Gulan 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA - Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berfîn Ocalan da zanîn ku divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û got: “Em serokatiya xwe ligel xwe dixwazin. Em dixwazin tecrîd bidawî be û hemû girtî azad bin.”
Di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, salek derbas bû. Li ser bangê PKK’ê gelek gav avêtin lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Derbarê pêvajoyê de sererastkirinek qanûnî tuneye û muxatabê pêvajoyê Abdullah Ocala hîna di bin tecrîdê de ye.
Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berfîn Ocalan ku di cara yekemîn di hevdîtina 31’ê Cotmeha 2025’an de Abdullah Ocalan dît, der barê tecrîda didome de ji ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin her tim bibînin’
Berfîn Ocalan balkişand ser pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin û da zanîn ku tevî pêvajoyê tecrîd didome û wiha domand: “Serokatiyê di 27’ê Sibata 2025’an de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û li ser vê pêvajo hat destpêkirin. Salek zêdetir di ser pêvajoyê de derbas bû. Dewletê di pêvajoyê de gavek şênber navêt. Sererastkirinek qanûnî nekir. Hevdîtinên malbatê bi sînorin. Em di vê pêvajoyê de daxwaza hevdîtinan dikin. Yekem car ez di 31’ê Cotmehê de çûm hevdîtinê. Em wek malbat bi hêvî bûn. Hêviya me hebû ku aştî pêk bê. Em bûn şahidê vê. Em pir kelecanî bûn. Em dixwazin her tim serokatiya xwe bibînin.”
‘Bila serokatî ligel me be’
Berfîn Ocalan di berdewamiyê de daxuyakirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest pêk bê û wiha domand: “Em wî ligel xwe dixwazin. Em azadiya fîzîkî dixwazin. Em dixwazin tecrîd bidawî be û girtî azad bin. Pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi serkeftinê encam be wê ji bo hemû cîhanê bibe hêviya ronahiyê.”








