Li Afganîstanê tundî, xizanî û zext

  • 09:02 7 Gulan 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Li Afganîstanê tundî, zext û xizaniya li ser jinê her diçe giran dibe û Sîma Naîmî ya çar caran hat binçavkirin, tehdîdên mirin û îşkence dît wiha got: “Gavek herî hêsan jî êdî rîsk e.”
 
Di 2021’ê de piştî ku Talîban li Afganîstanê kontrol girt dest, di her alî de zextên li ser jinan zêde kir, pêşî li perwerdehiya zarokên keç, perwerdehiya zanîngehê girt. Hêzên navneteweyî bi vexwendîkirina Talîban a ji bo welatê xwe, serê bûyerên li ser jinên Afgan digire.
 
Hem rêxistinên jinan hem kom û hem jî şexsî bi dehan carî bang li DYA û hemû cîhanê hat kirin ku gavên şênber bên avêtin. Lê mixabin di vê mijarê de hîna tu tiştek nehatiye kirin û jiyana jinan li Afganîstanê di bin tehdîdê de ye.
 
Girtin, îşkence û koçberbûn
 
Aktîvîsta jinan Sîma Naîmî ku li vîlayeta Badahşan dijiya sê meh berê ji ber tundiya Talîban neçar ma koçî welatekî din bike. Sîma Navîmî ku di nav lêgerîna maf de ye li Afganîstanê 4 caran hat girtin û tundiya fîzîkî dîtiye. Sîma Naîmî bi dehan carî îşkence dîtiye û piştî girtinê tehdîdên mirinê girtiye, bavê wê ji ber zilm û îşkence lê hatiye kirin krîza dil derbas kiriye. Sîma Naîmî ku niha li welatekî din dijî, got di rewşa ji vî welatî bê deportkirin li Afganîstanê jiyana wê di bin tehdîdê de ye.
 
Sîma Naîmî der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Di bin rîskê de ye’
 
Sîma Naîmî wiha got: “Piştî Talîban hat jiyan guherî. Ne tenê bi qanûnan, bi zext û êrîşan ev kirin. Guherîna herî mezin di jiyana min de ev bû. Ji wê rojê şûnde azadiya jinan êdî ne mafekî normal bû. Îro li Afganîsanê rewşa jinan zehmet e. Pêşeroja jinan ji dest tê girtin, mafê hilbijartinê ji dest tê girtin. Gavek herî hêsan bi rîsk e.”
 
Mekanîzmayên kontrolê yên Talîban
 
Sîma Naîmî daxuyakirin ku Talîban raste rast bi mekanîzmayên kontrolê jinan dike bin zextan û got: “Dibêjin bila dengê jinan di cemaweriyê de neyê bihîstin. Ev polîtîka jî bi giştî bi konbînasyona ‘kontrola raste rast’, ‘kontrola cemawerî’ tê kirin. Ev bi teşeyê mekanîzma zextê ya rojane tê kirin. Hîna jin neketine tevgerê, tên sînorkirin.”
 
Pergala perwerdeya veşartî
 
Sîma Naîmî wiha bi lêv kir: “Jin û zarokên keç ji perwerdehiyê bêpar hatine hiştin. Polîtîka her diçin giran dibin û ev jî nifşekî winda diafirîne. Zarokên keç û jin ji perwerdehiya sîstematîk bêpar tên hiştin. Ev jî tê wateya ku jiyana wan di temenê biçûk de ji destê wan tê girtin. Dema perwedehî tunebe jin nikarin bikevin tu qadê. Yek ji qedexeya din a ku Talîban ji jinan re aniye, xebatkarên jin ên di saziyen alîkariyan de ji kar tên derxistin. Pêvajoyên alîkariyê jî bi vî awayî tên astengkirin."
 
Di temenê biçûk de zewac
 
Sîma Naîmî bal kişand ser temenê di zarokatiyê de û daxuyakirin ku xizaniya jinan rê li ber zewacên di temenê biçûkatiyê de zêde dike û wiha bi lêv kir: “Dema xizanî zêde dibe, her kes berê xwe dide zewaca di temenê biçûk de.  Şert û mercên debarê fikaran zêde dike. Malbat  ji ber xizaniyê serî li vê rê didin. DYA’yê Afganistan teslîmê Talîban kir û jin di tarîtiyê de hiştin. Bedelên biryarên siyaseta derve jin didin.”