Li Mêrdînê deklarasyona 15’ê Gulanê hat aşkerakirin

  • 21:34 7 Gulan 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Di deklarasyona Cejna Zimanê Kurdî ya li Mêrdînê de hat destnîşankirin ku zimanê dayikê wekî nan û avê pêdivî ye û bernameya rêzeçalakiyan hat aşkerakirin.
 
Platforma Ziman, Çand, Huner û Wêjeyê ya Mêrdînê, deklarasyona 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma "Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî" aşkera kir. Daxuyanî li Parka Karayoluyê ya li navçeya Artukluya Mêrdînê hat dayîn û nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn.
 
Di daxuyaniyê de metna deklarasyonê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ) Mehmet Veysi Arpa ve hat xwendin. Arpa bal kişand ser êrişên li ser zimanê Kurdî û got: "Li hin deran hîn jî zimanê Kurdî tê qedexekirin. Yan jî kesên bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Em careke din ji vir radigihînin; divê hemû êriş û qedexeyên li ser ziman tavilê werin rakirin. Divê zimanê Kurdî li her derê, li her kolanê û li her saziyeke perwerdehiyê were qebûlkirin. Zimanê dayikê wekî nan û avê pêdivî ye."
 
Parlementera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîtan Guneş Altin jî bal kişand ser pirçandiya Mêrdînê û got: "Armanc û têkoşîna me ne tenê ji bo zimanê Kurdî ye, ji bo ziman û çanda hemû gelan e. Mêrdîn di aliyê zimanan de mîna baxçeyê gulan e. Geşkirina vî baxçeyî kelecan û kêfxweşiyeke mezin dide me."
 
Çalakiyên ku wê bên lidarxistin
 
Di daxuyaniyê de têkildarî bernameya Cejna Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê ev agahî hatin parvekirin:
 
"*15 Gulanê: Vekirina Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ). Piştî meşa ku dê ji ber avahiya PTT'ê ya Artukluyê dest pê bike, li Parka Karayoluyê dê daxuyanî bê dayîn.
 
*16'ê Gulanê: Li Qoserê li Qada Azadiyê kursiya gel dê bê danîn.
 
17'ê Gulanê: Li Nisêbînê atolyeyên ciwan û jinan dê bê lidarxistin.
 
19'ê Gulanê: Li navçeya Artukluyê der barê êrişên li ser zimanê Kurdî de semînerê bê lidarxistin.
 
20'ê Gulanê: Li navçeya Kerboranê dê şahî bê lidarxistin.
 
21'ê Gulanê: Li navçeya Dêrikê sînevîzyonê bê nîşandan û panelê bê lidarxistin.
 
23'yê Gulanê: Li Qoserê li gundê Hêşeriyê atolyeya zarokan dê bê lidarxistin.
 
24'ê Gulanê: Li navçeya Şemrexê dîwana dengbêjan dê bê lidarxistin.
 
30'ê Gulanê: Li Mêrdînê konserê bê lidarxistin û şanonayê bê lîstin."