DEM Partî dê çalakiyên ‘Ji bo aştiyê gavekê biavêje’ li dar bixe
- 12:54 8 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - DEM Partî dê di 16’ê Gulanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li hemû bajaran bi dirûşma “Ji bo aştiyê gavekê biavêje” meşan li dar bixe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji ber helwesta îktîdara AKP’ê sekinî ye, dê li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi awayekî hemwext meşan li dar bixe. Meş, dê di roja şemiyê saet di 19.00’ê de bi dirûşma “Ji bo aştiyê gavekê biavêje” dest pê bikin.
Di meşan de dê balê bikişînin ser diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tehliyekirina girtiyên nexweş û siyasî, derxistina qanûnên azadiyê û gavên hiqûqî û zagonî yên di çarçoveya pêvajoyê de. Her wiha biryar hate dayin ku navenda giştî jî di nav de hemû rêxistinên bajar û navçeyan di tevahiya hefteyê de biçin serdana partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, jin, ked û rêxistinên pîşeyî. Di vê çarçoveyê de dê bi karker û hemû dînamîkên bajar re hevdîtin bên kirin.
Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navendî ya DEM Partiyê, îşaret bi geşedanên di pêvajoyê de qewimîn kir û got: “Îktîdara siyasî ku her tim di nava helwesta vehêlandinê de ye, divê li gorî ruhê pêvajoyê û pêkhatina firsenda dîrokî berpirsyartiyê li xwe bigire. Jiholêrakirina vê sekinandinê û nediyariyê, ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk yek ji pêdiviyên bingehîn e. Berpirsyartiyeke mecbûrî ya hemû dînamîkên civakê ye ku di qonaxeke wiha dîrok de têkoşîna aştî û demokratîkbûnê mezin bikin. Aştî, di heman demê de zemîna herî xurt a nasname, bawerî û aîdiyetên siyasî yên cuda digihîne hev. Mezinkirina zemîna aştiyê, xurtkirina wê û civakîkirina aştiyê, berpirsyartiya me tevan e.”







