Azadiya Welat bi manşeta ‘Agêrê bi kurdkî / Li Kurdî vegerin’ derket
- 09:12 11 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Hejmara 18'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta Kirmanckî û Kurmancî ya “Agêrê bi kurdkî/Li Kurdî vegerin” derket. Rojnameyê vê hefteyê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman cih da zaravayên Soranî, Hewramanî, Kirmanckî, Kelhurî û Kurmancî.
Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hemû rûpelên xwe ji bo zaravayên Kurdî veqetand. Rojnameyê 3 rûpel û nîv ji bo Kurmancî, 4 rûpel ji bo Kirmanckî, rûpelek ji bo Hawremanî, rûpelek jî ji bo Soranî û nîv rûpel jî ji bo Kelhûrî veqetand. Vê hefteyê hemû nivîskaran di nivîsên xwe de bal kişand ser girîngî û wateya zimanê Kurdî.
Vê hefteyê nivîskarên rojnameyê Anîsa Cafarîmehr bi zaravayê Kelhurî û sernavê “Ziwan le edebiyati jinan”, Rojger Botan bi sernavê ‘Heqîqeta li ser lêvê: Ziman”, Heval Dilbihar bi sernavê “Kurdno; li Kurdî vegerin”, Prof. Dr. Abdulîllah Polat bi sernavê “Zimanê dayikê dengê xwebûnê ye”, Hesen Huseyîn Denîz bi sernavê “Kurdî li ber xwe didin, lê kurd çi dikin?”, Arslan Ozdemîr bi sernavê “Wêje, helbest û bîra çandî”, Muhîttîn Altun bi sernavê “Înşa û ziwan”, “Mihemed Kurdî bi sernavê “Pawitişê ziwanî”, Gul Boskurt Karaman bi sernavê “Ziwan û ked” Mehmet Şahîn bi sernavê “Ziwan û Komel”, Ehmedê Bira bi sernavê “Kurdî û medya”, Nesrîn Navdar bi sernavê “Ziwan û siyaset”, Dr. Îsmet Konak bi sernavê “Dêrsim de ziwan”, Zaza Çelebî bi sernavê “Cuye de muhîmîya ziwanî”, Lîzşêr Amed bi sernavê “Yewîya kurdan de rolê kurdkî”, Cemîle Turhallî bi senavê “Statuyê ziwanî”, Sînan Sutpak bi sernavê “Zindan û Ziwan”, Mamoste Silêman bi sernavê “Ziwanê may û perwerdeyî” Îbrahîm Meyke Alî bi Hewremanî û sernavê “Ejnasmay hewraamanî”, Fereydûn Saman bi soranî û sernavê “Zimanê kurdî û nasnamey lokalliyekan”, derket.







