Forûma Aştî û Azadiya Civakî sibê dest pê dike

  • 16:12 11 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, sibê dest pê dike. 
 
Forûma ku dê di navbera 12-16'ê Gulanê de li Amedê bê lidarxistin, sibê dest pê dike. Di forumê de ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin; avakirina aştiya civakî, xurtkirina civaka demokratîk, azadiya jinan, çand-huner, ekolojî û jiyana bi hev re dê werin gotubêjkirin.
 
Di nav 5 rojan de dê panel, hevpeyvîn, atolye, nîşandana fîlman û çalakiyên çandî werin kirin. Akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, hiqûqnas, rojnameger û nûnerên saziyên civakî dê di rûniştinên cuda de bên cem hev.
 
Bernameyên Forumê sibê saet 09:00an heta saet 17:00'an ji çapemeniyê re girtî, piştre jî ji çapemeniyê re vekirî dê berdewam bikin.
 
Axaftinên destpêka forûmê dê sibê saet di 17.30'an de li Eywana Civînê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê werin kirin. Di destpêkirina forûmê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hatîce Yaşar, Walîyê Dihokê Dr. Elî Teter, Walîya Helebçeyê Nuxşe Nasih Ehmed û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral dê axaftinan bikin.
 
Di roja yekem a forumê de dê gelek panel, hevpeyvîn, atolye û çalakiyên çandî werin lidarxistin. Di bernameya 12'yê Gulanê de ev sernav hene: “Hevgirtin: Bernameya Çand, Diyalog û Piştgiriyê”, “Ji bo Aştiya Civakî, Dadperweriya Civakî û Azadiya Kolektîf Pedagojiya Rexneyî” , “Hilberîna Pratîkên Aştiyê yên ji Binî ve bi Hev re”, “Kurdî 2.0 – Ji Çîrokê Ber bi Sepanê ve, ji Gund Ber bi Diyasporayê ve: Lîstik û Hilberîna Naveroka Dîjîtal”, “Di Plankirinê de Meriyên Nediyar Diyar Kirin” , “Beşdariya Jinan a Pêvajoya Aştiyê û Tevneheviya Zayendî”, “Ji 1990’an heta Îro: Li Kurdistanê Koçberî, Bîr û Lêgerînên Jiyana bi Hev re”, “Ruhê Amîdayê: Tam û Bîr”, “Aştî û Hêvî: Muzîka Civakê”, “Dîwarê Aştiyê yê Zarokan”, “Mîzah û Azadî: Keşfkirina Sînorên Ramanê bi Ken”, “Futbola Kolanê ya Berfireh”, “Zemîna Hiqûqî ya Aştiyê: Destûra Bingehîn û Lihevkirina Civakî”, “Konsera Vekirinê – Ma Music”
 
Di çarçoveya bernameyê de her wiha dê şano, konsertên muzîkê û hevdîtinên cuda yên çandî jî werin lidarxistin. Çalakî dê li cihên cuda yên çand û hunerê yên Amedê werin lidarxistin.
 
Ji bo hûrgiliyên bernameyê û salnameya çalakiyan a forumê ku bi armanca pêşxistina diyaloga civakî, xurtkirina çanda jiyana hevpar û civakîkirina aştiyê tê lidarxistin, hûn dikarin serî li navnîşana https://www.peaceandfreedomforum.com/tr/anasayfa bidin.