Kajîn Efrîn: Dîl hatim girtin lê teslîm nebûm

  • 09:05 24 Hezîran 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
HESEKÊ - Kajîn Efrîn a ku yek şervanên YPJ'ê ye, berê dîl hatiye girtin û niha serbest hatiye berdan got, "Ez ê nîşanî dijmin bidim ku hêza YPJ'ê çi ye û em kî ne. Em tu caran dest ji armanca xwe bernedin. Hêza me çi ye em ê bidin diyarkirin. Çiqas me qetil bikin, bikujin û bigrin jî heta ku yek ji me bimîne jî wê têkoşîn bidome."  
 
Di nava şert û mercên dijwar ên dîlgirtinê de, şervana YPJ'ê Kajîn Efrîn bi îradeya xwe ya bi hêz li hemberî hemû tehdîtan rawestiya. Kajîn Efrîn niha çîroka xwe ya dîlgitinê vedibêje. Çîrok ne tenê çîroka berxwedana kesekî yan jî kesekê ye, lê sembola hêz, serbilîndî û azadiya jinên kurd e. Kajîn Efrîn peyameke bi hêz ji gel û dijmin re radigihîne: "Ez Esîr dîl hatim girtin lê teslîm nebûm."
 
Şervana YPJ'ê Kajîn Efrîn li ser pêvajoya dîlgirtina xwe ji ajansa me re axivî.
 
Kajîn Efrîn di destpêka axaftinê xwe de bahsa tevlîbûna xwe ya nava YPJ'ê kir û got: " Di sala 2015'an de ji Efrînê tevlî nava hêzên YPJ'ê bûm. Zîndîbûna YPJ'ê di destpêka şoreşê de bandor li ser min kir. Rol û mîsyona jinan di nava YPJ'ê de bandor li min jî kir û ez tevlî YPJ'ê bûm. Ji bo ku wekî jîn hebûn, nasname û mafê xwe bi dest bixim û bikaribim ji hemû cîhanê re bêjim jin dikarin her tîştî bikin ez tevli vê tevgerê bûm."
 
'Ji bo em bigihîjin hevalan em nêzî 20 km meşiyan"
 
Kajîn Efrîn ku bahsa dîlgirtina xwe ya destên dijmîn kir wiha anî ziman: " Di 17'ê meha Çileyê 2026'an de şer li Mansura dest pê kir, min cihê xwe di eniya şer ya pêş de girt. Em sê heval bûn du hevalên jin û yek jî hevalê xort li gel me bû. Li Mansura êrîş li ser me hebûn. Me gelek şer kir dijmin jî bi tangan êrîşî me kir. HeTa ku cepxaneya me xilas bû me şer kir. Pîştî ku cepxaneya me xilas bû me berê xwe da Tebqayê. Me dixwast ku em xwe bighînin hevalên xwe. Têkiliya me bi hevalan re hebû û hevalan dixwastin me xilas bikin. Em di nava eraziyê de 20 km meşiyan da ku em bigihêjin hevalan. Em gihîştin Tebqa û li gel malbatêkê man, roja ku em ê biçuna gel hevalan malbatê îxanet li me kir. Ew kesên ku îxanet li me kirin agahî dabûn dijmin û derdora me hat girtin. Di nava çend deqeyan de derdora me tijî eşîr bûn û yên din jî dijmin bûn.  Me xwe veşart ku em nekevin destê wan, lê piştre hatin û em girtin. Me birin navenda Mansura û gel li me kom kirin, çek dan serê me, çêrên ne xweş ji me re kirin. dixwestin me bikujin lê pişt re ji wan re agahî hat ku destê xwe nedin me."
 
'Bi tehdîtên ku dê destdirêjiyê bikin xwestin min teslîm bigrin"
 
Kajîn Efrîn anî ziman ku ji bo wê  teslîm bigrin tehdîda ku ew ê destdirêjî lê bikin bikin kirine û wiha dirêjî dayê: " Pîştî ku me birin malekê em sê kes bûn, min ji hevalên min qut kirin û birin. Ji ber ku min hinek tiştan dizanî digotin tê cihê tiştên ku te veşartine ji me re bêjî. Tena serê xwe ez 3 saetan bi wan re geriyam û digotin tê cihê tiştan ji me re bêjî,lê min negot. Ji ber ku min ne got bi tehdîtên destdirêjiyê dixwastin min teslîm bigrin. Dijmin digot 'eger tu cihê tiştan nebêjî emê hevalên te bikujin' û tehdîtên ku em ê dîmenên laşê te bikêşîn û belav bikin ji min re kirin. Min ji wan re got çek şerefa me ye.."
 
'Me serê xwe li hemberî wan ne tewend'
 
Kajîn Efrîn diyar kir ku gelek hewldan ku em serê xwe li hemberî wan deynin lê me serê xwe netewand û me li berxwe da û wiha anî ziman: " dijmin gelek xwest ku me bitirsînin û em serê xwe li hemberî wan deynin. Lê me ew nekir. Kêm zêde me rastiya dijminê li hemberî xwe dizanî. Me dizanî ku em bitirsin wê ew ê kêfxweş bibin, lê cesareta ku rexistinê dabû me hişt ku em li ser lingên xwe bimînin. Pîştî wê dijmin me bir Dêrhafir û lêpîrsîna me dest pê kir. Gelek pirs ji me pirsîn û me jî bersiva pêwîst da wan."
 
'Bi qerîna hevalen xwe  şiyar bûm û gelek li min dan'
 
Kajîn Efrîn anî ziman ku wê gelek lêdan xwariye û bi qerîna hevalên xwe ji xewê rabûye û wiha anî ziman: "Pîştî Dêrhafirê me birin Til Eran li vur me di tuvaletê de kirin xew.  Li Til Eranê bi dengê lêdana li hevalên xort em ji xewê şiyar bûn. Hevala gel min birin jorê û yê min jî porê min girtin, serê min daxistin jêrê û heta ku min birin qata jorê her li min dan. Heta demekê li min dan. Tişta ku dijmin dixwest ji me fêr bibe û bizane me negot li me didan. Pîştî wê me xistin seyarê û me birin Helebê. Di çuyîna Helebê de gotinên nexweş ji me re dikin.  Ji bo ku me bitirsînin digotin em ê we bikujin û bavêjin nava gilaşê. Gelek gotin ji me re dihatin gotin lê me bersiva xwe dida û em bêdeng nediman.
 
'Em li dijî pêkanînên wan ketin greva birçîbûnê'
 
Kajîn Efrîn diyar kir ku li hemberî şert û mercên wan yê zahmet em 3 rojan ketin greva birçîbûnê û wiha anî ziman: " Di zindanê de şert û merc zahmet bûn. Pêwîstiyên me yên jiyanî nedihatin pêşwazîkirin.  Gardiyanên me xort bûn û jin tune bûn. . Ji îşkenceya fîzîkî zêdetir îşkenceya psîkolojîk li ser me dikirin. Şerê wan yê taybet pir zêde bû. Me li hemberî wan li ber xwe dida. Li hemberî şert û mercên wan yê zahmet em 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Wan her dixwat ku em li hemebrî wan serê xwe deynin û dengê xwe nekin, lê hemû heval me serê xwe li hemberî wan radikir û qebûl nedikir. Me tu caran yek gotinên wan qebûl nekir. lê şerekî psîkolojîk li ser me didan meşandin, hevalên xort dianîn cihê me û li wan didan ji bo ku em ji dengê qerîna wan bandor bibin. "
 
'Em hevaltiya xwe li ser lingan man'
 
Kajîn Efrîn diyar kir ku bi hevaltiya xwe li ser lingan mane û got: " Em di nava şert û mercên zahmet de man, lê hevaltiya me hişt ku em li ser lingan bimînin. Fikir û felsefeya Serokatî hişt ku tu carî em serê xwe li hemebrî dijmin netewînin. Tişta ku ji me re zahmet hat dema ku hevalên me nexweş diketin me nedikarî tiştekî ji bo wan bikin, ew gelek li zora me diçû.  Di bin navê ol de dixwestin desmalê bidin serê me û ebaya reş li me dikirin. Di bin navê îslamê de zext li me dikirin, lê di kêleka wê de mêr dihatin destê xwe didan me û lêgerîn dikirin. Lê me li hemberî wan serî radikir. "
 
'Azadî bi hêsanî nayê bidestxistin'
 
Kajîn Efrîn kêfxweşiya keliya ku hat berdan û gihîştiye hevalên xwe wekî kêliya azadiyê nirxand û wiha got: " Dema ku ez gihîştîm hevalan min hîs kir ku tahma jiyanê çi ye. Min fam kir ku wateya azadiyê çi ye û min fam kir ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Dema ku min hevalê xwe hembêz kirin wekî ku dunya hemû bibe ya min kefxweş bûm. Pîştî ku gihîştim hevalên xwe min carek din fam kir ku çima jin ewqas girêdayî jiyanê ne. Hezkirina me ya hevaltiyê ji vir û şunde em ê çawa zêdetir qîmeta wê bizanin çawa biparêzin her di bîra min de ye. "
 
'Wekî şervaneke YPJ'ê heta dawî ezê dîkoşînê bidomînim'
 
Kajîn Efrîn anî ziman ku ewê tu carî dev ji armanca xwe bernede û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Bila dijmin bizane ku em ê her li pêy armanca xwe bin. Dijmin dixwest ku em tevli QSD'ê nebin. Ez ê bidim nîşandan ku hêza YPJ'ê çi ye û em kî ne. Em ê tu caran dest ji armanca xwe bernedin. Çi şert û merc werin pêşiya me jî em ê li ser armanca xwe bin. Hêza me çi ye em ê bidin diyarkirin. Çiqas me qetil bikin, bikujin û bigrin jî yek ji me bimîne jî wê hêza me xilas nebe. Wekî şervaneke YPJ'ê heta dawî ez ê têkoşînek pir mezin bidim meşandin. Hêza ku Rêbertî daye me em ê hîn xurtir bikin. Em ê heta dawî li ser fikir û felsefeya Serokatî bimeşin. Em ê tu caran dest ji armanca xwe bernedin."