Zeyneb Kinaci li Çilaxayê hat bibîranîn
- 16:15 25 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera şehadeta wê ya 34'emîn de şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) li Çilaxayê hat bibîranîn.
Bi boneya nêzîkbûna salvegera 34'an a şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci), rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxayê civînek li dar xist.
Civîn li hola PYD‘ê ya bajêr bi amadebûna şênî, endamên Kongra Star, saziyên sivîl û partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên ciwanan pêk hat.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Rohilat Muslim axivî. Rohilatê di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr anîn , her wiha têkoşîna şehîd Zîlan û çalakiya wê ya fedaî vegot.
Rohilat Muslim anî ziman ku cangorî Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî ev peyam da "Destdirêjiya li Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî destdirêjî li nirx û rêgezên ku ji bo wê têkoşînê dike ye. Parêzvanên van rêgezan amade ne di rêya parastina rêgezan de berdêlan bidin. Têkoşera wê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan dewam bike ta armanc bighêjin serî."
Rohilatê desntîşan kir ku çalakiya fadaî ya cangorî Zîlan bandorek mezin li gelê Kurd û cîhanê kir û anî ziman ku Zîlan bû sembola têkoşîna gelan bi taybetî gelê Kurd a li hemberî zilmê û têkoşîna parastina maf û destkeftiyan.
Her wiha îşaret pê kir ku rihê fedaî yê cangorî Zîlan ji berxwedêran re bû îlham ku têkoşîna xwe bidomînin.
Rohilatê da zanîn ku cangorî Zîlan û şehîdên tevgera azadiyê mîrateyek ji nifşên siberojê, bi taybetî ji jinan û gelên azadîxwaz re hiştin û xwedîderketina li mîrate û destkeftiyan bi girêdana bi rêgezan û domandina têkoşînê ve dibe.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyana nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
30‘ê Hezîrana 1996'an cangorî Zîlan çalakiyeke fedaî dema merasîma artêşa Tirk a dagirker a li bajarê Dêrsimê pêk anîbû.







