Veysî Aktaş: Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm
- 20:39 28 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Ji Sekreteriya İmraliyê Veysî Aktaş di mitîngê de axivî û destnîşan kir ku Rêbertiyeke azad dê Tirkiye û Rojhilata Navîn azad bike û got: “Bila herkes bizanibe ku em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê. Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm.”
Di pêşengtiya DEM Partî û DBPê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê “Mitînga Azadiyê” hat lidarxistin. Ji bilî ji Amedê, ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes herikîn qada mitîngê.
‘Rêbertiyeke azad dê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn azad bike’
Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, ji Sekretariya İmraliyê Veysî Aktaş axivî .Veysî Aktaş hunermend Kadîr Înanir bi bîr anî û diyar kir ku Kadîr İnanir sosyaslîstekî mezin bû û destnîşan kir ku dê her tim dilê me de bijî. Veysî Aktaş axaftina xxwe wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd rûmeta me ye. Siberoja me ye. Ew dengê ku digot Kurd tune ye ka vê qadê mêze bikin. Rêber Apo hêviya me ye. Mimarê aştî, wekhevî azadiyê ye. Xurtbûna gelan çareseriya siyasî ye. Rêber Apo aktorê aştiyê ye. Girîngiya Rêzdar Ocalan ev e. Rêzdar Ocalan gel e berxwedan e. Hêj jî tecrîd tê domandin. Ev tecrîd li ser gelan tê meşandin. Lewre Serokatî wek mûzakerevan hatiye diyarkirin û divê azad bibe. Rêbertiyeke azad dê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn azad bike. ji ber vê yekê tecrît berdewam dike û naxwazin azad bibe.
‘Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm’
Amed îro rabûye li ser piya û dibêjin bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve û yan azadî yan azadî. Rêbertiyeke azad xelaskirina gelan e. Tecrît girtina rêya siyasî ye, aştî nasnameye, rêzdariya li hemberî îradeya gel e. Ev bang banga bi mîlyonan e. Gelê Amedê ez ve dipirsim gelo hun tecritê qebûl dikin? Na em qebûl nakin. Çareserî mûzekeriye û azadiye. Daxwaziya me ew e ku şer tû mercên xebatên azade. Em aştiyê dixwazin lê aştiyeke bi rûmet. Hinek dixwazin zagonan neguherînin. Bi vî awayî zagon neyê guhertin ev çokdanîn e. Em vê yekê qebûl nakin. Poşmanbûn aştî nayne koletiyê tîne. Divê herkes baş bizanibe baweriya vî gelî aştiyê heye. Divê bizanibin ku gel çok danayîne. Siberoja ku em dixwazin jiyana azad û wekhevî ye. Bila herkes bizanibe ku em ê destûr nedin aştî veguhere teslîmiyetê. Ez ê gotinên xwe bi gotina Rêber Apo bi dawî bikim; Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm.”
Piştî axaftina Veysî Aktaş hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Kadît Çat ê ku bi stranên xwe gel coşand wiha got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe ziman çand Kurdistan ne azad e. Her bijî Rêber Apo.”
Mitingê bi derketina ser dikê ya hunermendan dewam kir.







