Adalet Kaya: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome
- 09:02 4 Tîrmeh 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya der barê pêvajoyê û tecrîda didome de axivî û got: “Birêz Ocalan bi sînor hevdîtinan dike. Ev wê encamek çawa baş derxe holê? Divê azadiya fîzîkî pêk bê. Civak her gavê dişopîne. Divê her alî berpirsyariyê bigire ser xwe.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin saleke diome û hîna dewletê gavek şênber navêtiye. Bi taybet jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û ev jî dibe sedema qelsiya pêvajoyê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya der barê pêvajoyê de axivî.
‘Divê her alî berpirsyariyê bigire’
Adalet Kaya got bi gel re fikar û hêvî bi hev re tê jiyîn û wiha got: “Tevî ku Birêz Ocalan û PKK’ê gelek gav avêtin hîna ji aliyê dewletê ve gavek şênber nehatiye avêtin. Lê li aliyê din gel hêviya xwe didomîne. Li her derê em vê hêviyê dibînin. Divê ev hêvî bê mezinkirin. Hestiyariya heyî divê bê mobîlîzekirin. Divê her alî îradeya xwe nîşan bide, xwe îfade bike û berpirsyariyê bigire ser xwe.”
‘Dema civak ji derveyê pêvajoyê bê girtin wê pêvajo bixitime’
Adalet Kaya anî ziman ku ji bo avakirina aştiyê yekitî rêya çareseriyê ye û wiha domand: “Jiyanek wekhev û hevpar ne jiyaneke ji gel dûr e. Polîtîkayên ku gelan ji hev dûr bigirin xistine jiyanê. Em dikarin yekitiyê ava bikin, cudahiyan biparêzin û li dijî van êrişan bisekinin. Em xwedî paradîgmayeke ku dikarin pêşî li vê bigirine. Ger em vê bikin jiyanê wê pêşî li kaosê bê girtin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bandorê li gelek erdnîgariyan bike. Divê em civakê tevli pêvajoyê bikin. Ger civak ji derveyê pêvajoyê bê girtin wê pêvajo bixitime.”
‘Ji Behrareş heta Akdenîzê xebat tên meşandin’
Adalet Kaya diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de xebatan dimeşînin û got bi hemû aliyên civakê re tên gel hev, ji Behrareş heta Akdenîzê xebatên xwe dimeşînin. Adalet Kaya her wiha balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û daxuyakirin ku jin ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet kirdeya pêvajoyê ne û wiha pê de çû: “Jin îro hem di têkoşînê de hem di avakirina aştiyê de hem di siyaset û rêveberiyên herêmî de kirde ne. Ji ber vê jî hebûna jinan a di pêvajoyên muzakere û aştiyê de wê hîn baştir û pêvajo erênî pêş bikeve.”
Tecrîd didome
Adalet Kaya di dawiya axaftina xwe de li ser polîtîkayên tecrîdê jî sekinî û got li aliyekî aştî li aliyekî polîtîkaya tecrîdê didome û got: “Divê azadiya fîzîkî û statuya ji bo Birêz Ocalan bê nasîn. Divê gava qanûnî ya ku statu û azadiya fîzîkî pêk tîne bê avêtin. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re bi sînor pêk tên. Ev hemû di bin kontrola dewletê de pêk tên. Dema ku bi qanûnê tecrîd rabû em dikarin bêjin ku temam e. Lê hîna tecrîda li ser muxatabê pêvajoyê didome. Hewce bi qanûna kok a Birêz Ocalan jî îfade kiriye heye. Beriya ku meclîs bikeve betlanê em hewl didin ku qanûna kok bê derbaskirin.”







