Li Dêrikê zarokek bi giranî hat birîndarkirin

  • 18:46 9 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Dêrikê zaroka bi navê M.E ya 15 salî li mala xwe bi çekê bi giranî hat birîndarkirin. Hat hînbûn ku M.E ya rakirin nexweşxaneyê mirina mêjiyê wê pêk hat.
 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê li taxa Şahwerdî zaroka 15 salî M.E  li mala xwe bi çekê bi giranî birîndar bûye hat dîtin.
 
M.E rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Dêrdikê û piştî mudaxaleyê sewqê nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê hat kirin. Hat hînbûn ku mirina mêjî pêk hatiye.
 
Dermankirina wê ya di beşa giran de didome.