‘Tiryak barê herî giran li ser jinan dihêle’
- 09:02 27 Tîrmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
SÊRT- Adalet Ceyhan a li Sêrtê dijî, pêvajoya ku ji ber sedema bikaranîn tiryakê ya hevjînê xwe dijîn vegot û da zanîn ku tiryakîbûn encamên giran li ser jin û zarokan dihêle. Adalet Ceyhan daxwaz kir ku divê ji bo ciwanan xebatên pêşîgirtina li tiryakê bên zêdekirin.
Taxa Dumlupinar a herî qelebalix a Sêrtê, yek ji qadên ku xizanî, betalî û bi pisgirêkên civakî re bikaranîna hişbirê lê herî zêde tê jiyînê ye. Tora tiryakê ku herî zêde ciwanan hedef digire, ne tenê kesên bikar tîne, malbatê wan jî bi kurahî bandor dike. Adalet Ceyhan ku 14 sal in li vê taxê dijî, pêvajoya ji ber bikaranîna tiryakê ya hevjînê wê, dijîn vegot. Adalet Ceyhan daxuyakirin ku tiryak ne tenê li ser kesê bikar tîne li ser hemû malbatê encamên giran derdixe holê.
Adalet Ceyhan bi lêv kir ku 14 sal in li taxa Dumlupinarê dijî û hevjînê wê di 2014’an de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye û bi salan e ev ferq nekiriye. Adalet Ceyhan daxuyakirin ku ji ber vê jiyana malbatê bi tevahî guheriye û hevjînê wê ji ber vê tevli sûcan bûye û têkiliya wî ya bi zarokên wî re qut bûye.
Adalet Ceyhan destnîşan kir ku hevjînê wê ji bo tiryakê bigire tevli sûcên cuda dibe û wiha daxuyand: “4-5 salan min nizanibû tiryakê bikar tîne. Bi demê re min fêm kir. Bi dehan carî pê re axivîm. Min çi kir dest jê berneda. Bi demê re dizî kir, nehat malê. Bi zarokên xwe re eleqeder nebû.”
‘Derdora wî ew xist nav lepê tiryakê’
Adalet Ceyhan diyar kir ku hevjînê wê 4 salan girtî maye û bi wî re gelek kesên bazirganiya tiryakê dikirin û bikar dianîn hatine girtin û wiha domand: “Hevjînê min îro poşman e. Di bikaranîna tiryakê de derdora wî bi bandor bû. Hevjînê min got vî kesî ev bi min daye bikaranîn. Ez naxwazim navê kesî bidim lê kesên derdora wî ew xistin nav lepê tiryakê. Li taxê kesên tiryakê bi kar tînin nas dikim.”
‘Ciwan tenê tên hiştin’
Adalet Ceyhan di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tedbîrên ku pêşî li vê bigirin qels in û got: “Divê xebatên pêşîgirtinê bên zêdekirin, divê piştgiriya ji bo ciwanan bê zêdekirin. Divê polîtîkayên bi bandor bikevin jiyanê. Ji bo mirov ji vê xilas bibin têkoşînek nayê meşandin. Kes nabêje em van ciwanan xilas bikin. Jin û zarok jî bi kar tînin. Daxwaza min ev e ku pêşî li vê bê girtin.”







