Dîmenên Trêna Parka 75'an û rêwîtiya zarokan

  • 09:46 28 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Xebata trêna biçûk a ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve bi taybetî ji bo zarokan hatiye organîzekirin, bala zarokan û welatiyên navçeyê dikişîne ser xwe. Trêna ku sê rojên hefteyê li Parka 75'an zarokan kêfxweş dike, dê tevahiya havînê rêwîtiya xwe berdewam bike.
 
Li Amedê, ku germahî her ku diçe zêde dibe, park bûne cihên herî xweş ji bo kesên ku dixwazin êvaran li hênikahiyê bêhnvedanê bikin. Parka 75an ya ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatiye nûjenkirin, bi taybetî di demên êvarî de pir qerebalix e. Gerînendetiya Park û Baxçeyan bi xebata trêna biçûk a ku daye destpêkirin, rengekî nû dide parkê û balê dikişîne ser xwe.
 
Her rojên Duşem, Çarşem û Înê, di navbera saet 18:30 û 20:00 de, trên zarokan bi lêxistina muzîkê li nava parkê digerîne û zarok bi vê gerê re demeke pir bi kêf derbas dikin. Dê û bavên zarokan jî bi vê çalakiyê re kêfxweşiya xwe tînin ziman. Şaredariyê diyar kir ku ev xebat dê di tevahiya havînê de bidome û armanc dike ku li gel gelek çalakiyên din ên zarokan, hevgirtin, parvekirin û çanda jiyana bi hev re xurttir bike.