Kongra Star zimanê nefretê yê li dijî Kurdan şermezar kir
- 14:06 29 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Star îro li Kobanê bi daxuyaniyekê hewldanên hin aliyan ên ji bo reşkirina jinên Kurd û gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de şermezar kirin û diyar kir ku ew her gotarek ku dê parçebûnê gur bike, red dike.
Îro Kongra Star bi tevlêbûna jinên ji Kobanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li Qada Jina Azad hat dayîn û endama rêveberiya Kongra Star a navçeya Şêranê Nadiya Hiso axivî.
Nadiya Hiso bi bîr xist ku kesê bi navê Ramî ku keziya jineke Kurd birîbû û li dijî vê bûyerê tevahî gelê Kurd ji bo hesabxwestinê rabû ser pêyan, dîsa derketiye holê û wiha domand: “Ev serçete, me dît ku ket pêşiya komeke Ereb û serkêşiya tundiya li hember gelê Kurd kir. Ev yek jî di bin sîwana hikumeta demkî de pêk hat ku qaşo em pêşerojeyyeke demokratîk li gel hev ava dikin û em di qonaxa entegrasyonê de ne. Lê em dibînin ku kesên li hember gelê Kurd û jinan komkujî pêk anîne û kiryarên bêexlaq kirine, careke din gefan dixwin û li hember wî, bêdengiyeke mezin heye.”
Nadiya Hiso ragihand ku jinên Kobanê dibêjin divê ev kes hesab bide û wiha pê de çû: “Em ê ranewestin heta ku hesab bide. Ev çeteyê ku nirxên mirovan, pîvanên exlaqî û nirxên jinan binpê kirin, wê hesab bide. Ev helwest û israra me jinan e. Eger heta niha hesab ji wî kesî nehat xwestin ku careke din gef xwarin, wê demê em jî dibêjin wê ev kes û yên wekî wî, hesabê xwe bidin.”
Daxuyanî bi berzkirina sloganên “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.







