Werîşe Muradî ji xizmeta tendirustiyê bêpar tê hiştin
- 11:05 30 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî eşkere kirin ku tevî Tevî reçeteyên bijîşkên pispor û bijîşkê girtîgehê, zêdetirî neh mehin Muradî ji bo navendên tenduristiyê yên li derveyî girtîgehê nehatiye veguhastin û ji alavên bijîşkî yên pêwîst bêpar hatiye hiştin.
Parêzerên Werîşe Muradî di hevpeyvîneke bi malpera “Emtadat” re fikarên xwe yên kûr li ser rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya li Girtîgeha Evînê anîn ziman. Keyvan Ezîzî, yek ji parêzerên Muradî, diyar kir ku muwekîla wê nêzîkî sê salane di girtîgehê de ye û ji pirsgirêkên giran ên herniyûma dîskê ya stû û piştê dikişîne. Tevî reçeteyên bijîşkên pispor û bijîşkê girtîgehê, zêdetirî neh mehin ku Muradî ji bo navendên tenduristiyê yên li derveyî girtîgehê nehatiye veguhastin û ji alavên bijîşkî yên pêwîst bêpar hatiye hiştin. Ezîzî bi bîr xist ku Muradî di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûbû û hîn jî bandorên wê birînê dikişîne, her wiha tekez kir ku li gorî rêziknameyan, veguheztina girtiyan bo derveyî girtîgehê di rewşên wiha de mafekî qanûnî ye.
Rayedar alavên bijîşkî yên ku malbatê peyda kiriye jî nadin Muradî
Parêzerê din ê Werîşe Muradî, Emir Sajjadî, daxuyaniyên hevkarê xwe piştrast kir û destnîşan kir ku îhmalkariya bijîşkî tenê bi neşandina navendên derve sînordar nemaye. Tevî ku bijîşkê girtîgehê destûr da ku hin alavên bijîşkî bên bikaranîn û ev alav ji aliyê malbata wê ve hatin peyda kirin jî, rayedarên girtîgehê hîn jî wan nadin Muradî. Sajjadî diyar kir ku radestkirina van amûran bi şertê “pabendbûnek bê têkilî” ve hatiye girêdan; şertek ku di rêziknameyên dîsîplînê yên girtîgehê de ti bingehek wî nîne û mehrûmkirina girtiyan ji tenduristiyê nayê rewakirin.
Qedexeyên neqanûnî yên telefon û hevdîtinê berdewam dikin
Parêzeran her wiha bal kişandin ser sînorkirinên din ên li ser girtiya siyasî û gotin ku her çend qedexeya telefon û hevdîtinê ya ku berê ji aliyê desteya dîsîplînê ve hatibû ferzkirin qediyabe jî, ev qedexe hîn jî di meriyetê de ne û tu biryareke nû ji wan re nehatiye ragihandin. Parêzeran anîn ziman ku ev sînorkirinên zêde encama “tercîhên kesane” ne û daxwaz kirin ku mafên qanûnî yên Muradî yên wekî çavdêriya bijîşkî, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bi lez bên dayîn.







