‘Ciwan li ber çavên me dihelin dibin’
- 09:03 1 Tebax 2026
- Rojane
SÊRT-Nişteciha taxê da zanîn ku tiryak her diçe zêde dibe û barê herî giran ê tiraykê li ser dayikan e. Şêniya taxê daxuyakirin ku ciwan û malbat li ber çavan dihelin û ji bo ciwan û zarokan banga têkoşînê kirin.
Li taxa Dumlupinar a Sêrtê bikaranîna tiryakê her diçe zêde dibe. Welatî diyar dikin k ciwan dibin hedef û tiştên tên jiyîn bandorek mezin li ser taxê dikin. Şêniyên taxê bi lêv kir ku pirsgirêk her diçe mezin dibe û li dijî tiryakê banga têkoşîna bi bandor û gavên ayînde kir.
Jina bi navê Emîne Polat daxuyakirin ku li taxa Dumlupinar bikaranîna tiryakê roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Em li taxa Dumlupinar rudinin. Jiyan ne wek berê ye. Ciwanên me dikevin rêya xerab. Em şêniyên taxê di navbera xwe de diaxivin û dibêjin ‘wisa nabe em xwedî li ciwanan derkevin û piştgiriyê bidin hev.’Li her quncikê taxê komên du sê kes li bendê ciwanan e. Em diçûn cem wan me digot ‘hûn zirarê didin xwe, hûn çima vê bixwe dikin?’ Wan jî digotin ‘dayik tune ye tiştek tune ye’. Bi aşkera dihatin tiryak didan ciwanan.”
‘Tiryak zirarê dide malbatan jî’
Emîne Polat destnîşan kir ku Tiryak ne tenê zerarê dide ciwanan, zirarê dide malbatan jî û wiha berdewam kir: “Em li vir xwe ewle hîs nakin. Em naxwazin ciwanên me bikevin vê riyê. Mêjiyê wan zirarê dibîne. Di malbatê de aramî namîne. Gelek dayik mexdur bûn. Malbat zarokên xwe bi kedek mezin xwedî dikin û dinêrin ku zarokên wan ketine nav lepê tiryakê.Hinek malbat li pişta zarokên xwe nasekinin. Tiryak ciwanan perîşan dike. Mafê tu kesî tune jiyana ciwanan tarî bike.”
‘Em têkoşînek mayînde dixwazin’
Emîne Polat wiha dawî lê anî: “Gavên bi bandor nayên avêtin. Em j polîsan re dibêjin dibên 'd biçin gilî bikin'. Em gilî dikin rojek dimînin dîsa tên berdan. Polîs dibêjin ‘hûn dikarin tiştekî bikin lê em nikarin bikin’. Hinek mirov hene; ji 3-4 zarokên wan tiryakê b ikar tînin. Dewlet desturê nede nikare wisa bi rehetî xwe bigihîninê. Heta hinek kesan bi çavên xwe dîtine ku polîs tiryakê dide ciwanan. Yekane daxwaza me têkoşîneke bi bandor û mayînde li dijî tiryakê bê dayîn e.”







