Derbarê mirina bi gûman a Damlanûr Sarihan de pêşketinek nû
- 12:30 11 Tebax 2026
- Rojane
WAN - Derbarê mirina bi gûman a Damlanûr Sarihan a li navçeya Elbakê, du kes hatin girtin.
Derbarê mirina Damlanûr Sarihan a 14-salî ku tê îdiakirin di 10'ê Çileya 2024'an de li navçeya Elbakê ya Wanê "dawî li jiyana xwe aniye", lêpirsîneke nû hat destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê bûyerê de îfadeyên şahidekî veşartî û endamên malbatê girtin.
Piştî nirxandina delîlên hatine bidestxistin û qeydên pêwendiyê yên dema bûyerê, lêpirsîn li ser bingeha gumanên "kuştina bi qestî" hat berfirehkirin.
Piştre, di 7'ê Tebaxê de li Tekirdag, Colemêrg û Wanê operasyonên hevdem hatin lidarxistin; di encamê de heft kesên ku di nav wan de du apên zarokê û xizmên wê hebûn h hatin giritn.
F. Sarihan û S. Sarihan piştî karûbarên li fermandariya cendirmeyan sewqî dadgehê hatin kirin û bi tawanbariya "kuştina bi qestî" hatin girtin.
Gumanbarên din bi tedbîrên kontrola edlî hatin berdan.







