Ji perwerdê ber bi kavilbûnê: Dêra Derîk

  • 09:02 14 Tebax 2026
  • Rojane
SÊRT - Dêra dîrokî ya bi navê "Dêra Derîk" ku li nêzîkî gundê Eynqesirê yê navçeya Misircê cih digire, piştî salên dûrdirêj ên bêxwedîhiştin û vekolînên dijqanûnî, niha ber bi kavilbûnê ve diçe û terkî qedera xwe hatiye kirin.
 
Dêrâ Derîk ku 3 heta 5 kîlometreyan dûrî gundê Eynqesirê yê navçeya Misircê ya Sêrtê ye, wekî yek ji navendên girîng ên dîrokî a olî ya herêmê tê naskirin. Ev avahî ku niha bi piranî wêran bûye, ji ber nebûna lênêrînê û vekolînên dijqaanûnî yên kesên li pey xezîneyan digerin, her roj zêdetir ber bi kavilbûnê ve diçe. Dêra ku bi aşê xwe yê avê yê li nêzîkî dêrê û darên xwe yên hinaran yên ku hê jî li ber xwe didin navdar e di heman demê de li dora dêrê gorên ji zinaaran hatine çêkirin jî balê dikişînin.
 
Ji bo Civaka Keldanî Navendeke Perwerdeyî û Olî
 
Li gorî qeydên dîrokî, dêr di destpêka salên 1900'î de warê xebatên olî û perwerdeya civaka Keldanî de roleke sereke lîstiye. Tê gotin ku ev avahî ne tenê wekî cihekî îbadetê, lê her wiha wekî navendeke perwerdeyê jî xizmet kiriye û bi katedrala Addaî Scher ku wê demê Metranê Keldaniyan bû ve girêdayî bûye. Tê gotin ku Addaî Scher di dema pêvajoya qirkirin û koçberkirinê ya ku di salên 1914-1915'an de dest pê kiribû de, neçar maye Sêrtê terk bike û piştre li navçeya Dihê jiyana xwe ji dest daye.
 
'Tu hewldan ji bo parastina mîrateya çandî nînin e'
 
Herçend ziyaneke mezin gihîştiye pêkhateya mîmarî ya dêrêku gorên wê yên di zinêran de kolandî û beşên wê yên saxlem ji aliyê lêgerên xezîneyê ve hatine wêrankirin jî  nebûna tu hewldanekê ji bo parastina vê mîrateya çandî dibe sedema bertekan.