Çîgdem Kiliçgun Uçar: Niha dema siyasetek demokratîk e

  • 14:09 23 Tebax 2026
  • Rojane
RIHA - Di 2yemîn Kongreya Asayî ya Rêxistina DBPê ya Rihayê de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar di axaftina xwe de kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan. Ev pêvajoya ku bi dewletê re tê meşandin dê nêzîkatiya li hemberî Kurdan û avakirina demokrasiye diyar bike.”
 
DBPê ya Rihayê, bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad, ber bi civaka demokratîk ve’ 2yemîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Kongre li salona eywana ya Çiraganê ya Rihayê hate lidarxistin. Di salonê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” û “Niha dema jinê ye” hatin daliqandin.
 
Kongre piştî rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û bi hilbijartina dîvanê dest pê kir.
 
‘Niha dema siyasetek demokratîk e’
 
Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di kongreyê de axivî û bal kişand ser bedelên mezin ên hatine dayîn û wiha got: “Pêwîst e em siyasetek wiha biafirînin ku em bibin layiqî şehîdên xwe. Rêber Apo li Îmraliyê têkoşînek mezin dimeşîne. Wî hebûn û jiyana xwe di serî de ji bo gelê Kurd, diyarî tevahiya Rojhilata Navîn kiriye. Pêwîst e em jî destê wî bêhtir bihêz bikin. Niha dema siyasetek demokratîk e. Divê em di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘Tişta girîng bîranîna lehengên me ye’
 
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku di serdemeke krîtîk re derbas dibin û anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bîranînên ji bo kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tên lidarxistin û ev tişt vegot: “Tişta girîng bîranîna van lehengan e. Ez hevalên me bi rêzdarî û mînnetdarî bi bîr tînim. Tirkiye di azmûneke mezin re derbas dibe. Ji cihê ku 100 sal in Kurdan tune dihesiband, hat asta ku Kurdan muxatab dibîne. Pêwîst e her kes bangawaziya 27ê Sibatê li ser xwe bihesibîne. Birêz Ocalan her dem di aştiyê de israr kir. Bêhnfirehiya zarokên Kurd ên me ji dest dan em anîn van rojan. Eger gelê Kurd di qanûnên vê welatî de cih bigirtibûya, niha di girtîgehan de nedibû. Eger mafê Kurdan di hiqûqa vî welatî de hebûya, tu kesî şerekî wiha giran nedijiya.”
 
‘Dema derbasbûna siyaseta demokratîk e’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar bi bîr xist ku ev ast bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye bidestxistin û wiha domand: “Niha nîqaşên qanûna çarçoveyî hene. Belê kêmasî hene lê Rêber Ocalan dibêje ‘deriyekî hiqûqî vedibe’. Ev rê li ber hevdîtina malbat û zarokên wan vedikin. Ev derfetê dide ku mîlîtanên li çiyê werin siyasetê bikin. Dema bi dawîbûna pevçûnan û derbasbûna siyaseta demokratîk e. Dibêjin ‘bi AKPê re li hev kirine’, ev neheqiyeke mezin e. Xwezî hêzên mûxalefetê hatibûna cem hev û me jî ew wekî muxatab bigirtina. Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan. Me hemû saziyên xwe li ser daxwaza gel ava kirine. Kurdên ku ji Destûra Bingeha ya 21an û vir ve di tu destûrê de cih negirtine, îro neçar man ku di qanûnê de cih bidin wan. Kurdên ku li Sûriyeyê nedahatin nasîn, îro neçar in ku werin nasîn. Kurdên ku li Îranê tune dihatin hesabkirin, îro rêya 3yemîn hildibijêrin. Ev bi keda şehîdên me çêbû.”
 
‘Ev pêvajo dê nêzîkatiya li hemberî Kurdan diyar bike’
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha axivî: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê em bibin yek. Gelê Kurd di pêvajoyên pir dijwar re derbas bû. Mînak, duh li Zonguldakê malbateke me rastî êrîşa nijadperest hat. Ev ji ber atmosfera nefretê ya hatî afirandin e. Lijneya Bêçekkirin û Siyasîbûnê sibê dicive. Ev lijne dê biryarên girîng bide. Cihgirtina Rêber Apo ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji bo demokrasiyê misogerî ye. Divê hemû polîtîkayên heyî bi dawî bibin. Nîqaşa ‘kî dê bibe serokkomar’ li aliyekî, em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ev pêvajoya ku bi dewletê re tê meşandin dê nêzîkatiya li hemberî Kurdan û avakirina demokrasiyê diyar bike. Em ê Qanûna Bingehîn kontrol bikin, piştgirî bidin û ji bo encamgirtinê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Piştî axaftinan di hilbijartina hatî kirin de Eda Seyrek û Mehmet Îrmek wekî hevserokên nû yên DBPa Rihayê hatin hilbijartin.