Çalakiyên 1’ê Îlonê: Aştî divê li ser yekitiyeke demokratîk bê avakirin

  • 20:11 1 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di çarçoveya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de gel bi girseyî daket qadan û daxwaza aştiyeke mayinde hat kirin.
 
Li Silopiya, Riha, Semsûr, Dîlok, Meletiyê û Enqereyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
 
Enqere
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê ye Enqereyê, boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê çalakiya meşê li darxist. Parlementerê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku, endam û nûnerên partiyên siyasî û yên ked û demokrasiyê tev li meşe bûn. Girsê bi qada Kolejê pankarta li ser “Em ê li ser rêya aştiyê têkoşînê bidomînin” dinivîsî hilgirtin, flama û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” û ” Bijî berxwedana gelan” dinivîsî ve tev li meşê bûn. Girsê di meşê de durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, û “Ji Kemalan û heta Mazluman li ber ve civaka demokratîk” berz kirin.
‎Girse ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci xwend.
 
‘Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêxistinkirina gelan heye’
 
Yilmaz Yildirimci bal kişand li ser giringiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha qal kir:” Wekî ku tê zanîn, 1ê Îlona 1939an destpêka Şerê Duyemînê Cîhanê ye. Bi êrîşa Almanyayê ya li hember Polonyayê ve şer dest pê kir. Ev şer, êş û wêranyeke mezin da gel û karkerên tevahiya cîhanê û jiyana nêzîkî 60 milyon kesan ji derstê wan girt. Zêdetrî 30 welatan beşdarî şer bûn, wêranyeke mirovî, aborî û civakî pêk anîn. Em ê li dijî şerên sermaye û emperyalîzmê biseknin û aştyeke li ser bingeha Wekhevî, Azadî û Demokrasyê ava bikin. Îro jî, em di nava şerên djwar re derbas dibin. Em vê wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin. Destwerdanên hegemonîk ên emperyalîst, gerstêrka me xistine nav hilweşandin, mîlîtarîzm û talaneke mezin. Rojhlata Navîn navenda şerê cihanê yê sêyemîn e. Nakokiya herî mezn jî nenasîna mafê gelê Kurd e. Lê belê, em dizanin ku ji bo avakrina aşityeke wekhev û mayînde pêdivî bi rêxstinbûyneke mezin a gelan heye.”
 
‘Aştî divê li ser yekitiyeke demokratîk bê avakirin’
 
Yilmaz Yildirimci bi bîr xist ku ji we erdnîgariyê de gelek neheqiyên mezin çêbûne û ji bo aştiyeke amyînde divê di destûra bingehin de guhertin çêibibin û wiha berdewam kir: ”Di vê welatê de şer û pevçûnên ku di sala 1984an de dest pê kirin 42 sal in berdewam dikin. Di vê heyamê de, 60,000 kesan jiyana xwe ji dest dan; xwêdan û keda karker û mirovên xizan ên Kurd û Tirk di şer û pîşesazya parastnê de hatiye rijandin; bi hezaran gund û wargeh hatine şewitandin û wêrankirin; bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe hatne derxistin; û bi deh hezaran kuştinên kujerên wan nedyar hatine kirin. Îro, pir girîng e ku pêvajoyek çêbibe ku tê de pevçûn rawestin, merasîmên cenazeyan tune bin, çek bêdeng bibin û êş bi dawî bibin. Lê belê, em, çîna karker, bindest, kesên ku debara xwe bi kedê dikin, şoreşger, sosyalîst, demokrat, ciwan, jin û kesên LGBTQ+, dizanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Hewcehî heye ku di serî de pirsgrêka Kurd û hemû pirsgrêkên din li ser destûra bingehîn were çareser kirin, li ser yekîtyeke demokratîk, jiyaneke nû were damezrandin; û divê demokrasyeke rastîn serwer bibe.”
 
Yilmaz Yildirimci daxwazên wan wiha rêz kir:
 
"*Divê hemî zextên antîdemokratîk ên li dijî rejîma wesayetê û desteserkirina îradeya gel bi dawî bibin û îradeya gel bi ser bikeve.
 
*Bi dirûşma “Kuştina jnan siyasî ye”, divê ji bo pêşîgrtina şîdeta li dijî jinan rêzknameyên pêwîst ên qanûnî û sazî werin bicîh kirin; divê mekanîzmayên parastinê yên heyî bi bandor werin sepandin û Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin.
 
*Divê wêrankirina xwezayê were rawestandin û jiyana bi xwezayê re bibe prensîbeke bingehîn.
 
*Divê şerê li dijî heywanên serberdayî bi dawî bibe û bajarên me bi awayekî komunal werin avakirin.
 
*Divê gavên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin avêtin da ku mekanîzmayên azad, wekhev û demokratîk di her qada jiyana civakî de werin afrandin.
 
*Divê hemû zext, sansûr û qedexeyên li ser çapemenî û azadiya derbirînê bi dawî bibin; divê hemû rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanên ku ji ber çalakyên xwe yên rewa hatne girtin tavilê werin berdan.”
 
*Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku axivî û daxwaza têkoşîna aştiyê kir û got : ” Em salane ji bo aştiyê bi qadane. Bi Bangawaziya Birêz Ocalan ve pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Em ji bo aştiyê û Civaka Demokratîk her tim têkoşîna xwe didomînin."
 
Piştî axaftinan çalakî dawî bû.
 
Meletî
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê bi têkildarî 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li taxa Emeksizê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê li ser Kolana Emeksizê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hate lidarxistin û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Metna Daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxê ÎHDê ya Meletiyê Berfîn Polat ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê.
 
Dîlok
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê meş hate lidarxistin. Welatiyên ku li Parka Kırkayakê hatin cem hev, heta Qada Balikli meşiyan.
 
Di meşê de pankarta Platforma Ked û Demokrasiyê ya bi 3 zimanan hatî amadekirin a bi nivîsa “1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Pîroz Be” û pankarta TJAyê a bi nivîsa “Êdî Dema Jinê Ye, Bi Rêbertiya Azad re Dema Avakirina Aştiyê Ye!” hatin hilgirtin.
 
Girse di tevahiya meşê de bêrawestan dirûşmên “Bijî aştî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji şer re na, niha yekser aştî” berz kirin.
 
Girseya ku gihişt Qada Balikli, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê Şaxê ÎHDê ê Dîlokê Bahrî Ogûz ve hate xwendin. Ogûz bal kişand li ser ku aşitî mafekî bingehîn ê mirovan e û wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê parastina jiyan û aşitiyê bidomînin. Rêya aştiyeke domdar û bi rûmet ji diyalog û çareseriya demokratîk derbas dibe.”
 
Semsûr
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li Qada Bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.
 
Girse bi dirûşmên “Bijî aştî” hat qada ku daxuyanî lê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk deng bide aşitiyê” û dovîzên  “Dem dema aştiye”, “Bêyî peyva jinê aşitiyeke rastîn nabê” hatin hilgirtin.
 
Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê Hevserokê ÎHDê Semsûrê Bulent Çinar ve hate xwendin.
 
Daxuyanî piştî tilîlî û lêdana çepikan dawî bû.
 
Riha
 
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li Parqa Alî Şellî heya Qada Topçûyê ya Rihayê meş hat lidarxistin û li wir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de dirûşmeyeyê “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî û azadî” û panqartên “Em ê hêviyên ku şehîdên me afirandine, bi mimarê aştiyê tacîdar bikin”, “Bijî 1ê İlonê”, “Vejîn pêk hat dema azadiyê ye” hatin girtin.
 
Daxuyaniyê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê deqeyekî bi rêzgirtinê ve destpêkir.
 
Destpêkê Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz diyar kir ku 1ê İlonê rojeke pir qedir û qîmete û got: “Em dixwazîn aştî bê. Bila dayikên me birînên xwe bipêçin û em ê bi hevdu re aştiyê avabikin. Edî bese. Bila aştî were ku baweriya me jî vê pêvajoyê bê. Heke Birêz Abdullah Ocalan û girtî azad bibin baweriya me yê xurtir bibe.”
 
Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku divê xwedîderketineke xurt ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hebe û wiha got: “Ocalan li dijî meyla hin derdorên ku dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin hişyariyan da û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê divê aştî bi awayekî hin xurtir bê parastin.”
 
Pişt re li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Ferhat Demîr metna daxuyaniyê xwend.
 
Ferhat Demîr di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku 1ê Îlonê ne tenê rojek bê şer e û got: “Ji bo me aştî,navê jiyaneke demokratîk e ku tê de mafên mirovan di bin misogeryê de ne, gel û bawerî eşit in, ked nayê mêtin, jin azad in û zarok bi ewlehî li paşerojê dinêrin. Ji ber vê yekê em têkoşîna aştiyê ji têkoşîna demokrasiyê, mafên mirovan û kedê cuda nabînin.”
 
‘Kêşeya Kurd bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê ye’
 
Ferhat Demîr bal kişand ser bandora siyasetên şer û ewlehiyê yên li ser civakê û destnîşan kir ku ev politîka belengaziyê kûr dikin û mafên demokratîk teng dikin. Demîr anî ziman ku çareseriya pirsa Kurd bi riyên demokratîk eşkerekirina paşeroja Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Tirkiye îro di konjektoreke dîrokî re derbas dibe. Ji bo bidawîanîna pêvajoya pevçûnê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsa Kurd derfeteke girîng derketiye holê. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Öcalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû, di vê çarçoveyê de xwedî giringiyeke dîrokî ye. Bi vê bangê re li şûna pevçûnê siyaset, li şûna tundiyê diyalog û çareseriya demokratîk bûye zemîn.”
 
‘Berpirsiyarî di destê desthilatdariyê û hemû aktoran de ye’
 
Ferhat Demîr diyar kir ku ji bo ev zemin veguhere aştiyeke mayînde, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatdariya siyasî û hemû aktorên civakî û siyasî û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e pêvajoya aştiyê di nav nediyariyê de neyê hiştin, gavên demokratîk û hiqûqî neyên derengxistin û hemû beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengbûna çekan nabe; bi xurtkirina siyaseteke demokratîk, misogerkirina mafên mirovan û avakirina jiyaneke eşit û azad pêkan e.”
 
‘Aştî daxwaza hevpar a hemû gelan e’
 
Ferhat Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Rihayê kir ku iradeya aştiyê mezin bikin û got: “Aştî ne tenê daxwaza gelê Kurd e; daxwaz û mafê hevpar ê hemû kesên ku li vê meclîsê û li vê welatî dijîn e. Daxwaza Kurd, Turk, Ereb û hemû gel û baweriyan e. Em ji Rihayê bang dikin ku ev pêvajo bibe ya hemû civakê. Em wekî hêzên ked û demokrasiyê yên Rihayê dê têkoşîna xwe ya ji bo daxwaza aştiyê û çareseriya demokratîk berdewam bikin.”
 
Daxuyanî bi tilîlî û lêdana çepikan bi dawî bû.
 
Silopiya
 
Li navçeya Silopya ya Şirnexê bi sedan kesên li kolana 1emîn hatin gel hev heya çarêya nexweşxayê meşiyan. Li gel parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî sedan welatiyên kom bûne bi pankarta, ‘Dem dema aştiyê ye’ û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî aştî’ , ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku girse gihîşt çarêya nexweşxaneyê li vir ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Silopya Aycan Azma daxuyanî xwend.
 
Piştî Aycan Azma, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Drmokratîk û wiha axivî: “Rast e pêvajoyek a aştiyê tê meşandin lê daxwazên gelê Kurd, ev daxwaz azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro bi hezaran rêhevalên me di zindanan de ne. Divê demildest ev hevalên me werin berdan.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mêş û daxuyanî hat lidarxistin. Meş li ber avahiya saziya DEM Partiyê destpê kir û heta ser Girê Efkar berdewam kir. Di meşa aştiyê de çirax hatin pêxistin û dirûşmeyên “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
 
‘Şer xerab kirine, aştî ava kirine’
 
Li ser Girê Efkar ji aliyê serokê Odeya Dikandar û Pîşekara Muharrem Tekîn daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şer mirin, koçberî, xizanî û xerabkirina civakê ye û dermanê şer pêkhatin, aştî, civakek azad ava kirine ye. Muharrem Tekîn bi daxuyaniyê ragihand ku li Tirkiyê bi salan e Kurd têne înkar kirin û dixwastin pirsigirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehî û tundîtî çareser bikin lê hate berçava ku pirsgirêk bi rêya aştiyê bi rêbaza wekhevî, mafên hemwelatî û demokrasiyê çareser bibe.
 
Piştî daxuyaniyê parlementerê Colemêrgê Vezîr Parlak bal kişand ser dîroka şer û aştiya cîhanê ku dî dîrokê de bi mîlyon mirov di şer de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha berdewam kir:”Di dawiya her şerî de aştî pêwîst e, ji ber ku ji bilî aştiyê rêyek din ya çareser kirina pirsgirêkan tune ye. Kurd jî bi hezar sal in li welatê xwe dijîn lê piştî avakirina Komara Tirkiyê Kurd hatin înkar kirin, mafên hat binpê kirin û heta vê demê dewlet li gel Kurdan ne rûnişt. Pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin ji ber vê gelek bi wate û girîng e. Ji bo aştiyek birûmet divê her kes peywîra xwe bîne cîh. Çend roj in ku Kurd şehîdên xwe bi şîniyan oxir dikin dijberên aştiyê qiyametê radikin. Kurd birînên xwe dipêçin, divê rêz li vê yekî bê girtin. ”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Aştî” bi dawî bû.
 
Êlih
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin aştiyê dixwazin, jin şer naxwazin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî”, “Zarok bi aştiyê mezin dibin”, “Dem dema jiyana hevpar e” û Pankartan jî “Em bi hevre be bi aştiyê ve dimeşin, em pêşeroja demokratîk bi hevr e ava dikin” û “Dê aştî û jiyana komînal jin ava bikin” hatibû nivîsandin û hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.
 
Sêrt
 
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Madoyê hata Qada Demokrasiyê meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahata Erdogan Saritaş, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Yek dinya û yak daxwaz aştî”, “Dest bi dest ji bo aştiyê”, “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî” û Pankarta “Dem dema aştiyê ye” û “Bijî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê” hatibû hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Kenan Bîlge ve hate xwendin.