Li Stenbolê ji bo têkoşerên azadiyê dê bibîranîn bên lidarxistin
- 11:00 10 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - Li Stenbolê bi pêşengiya MEBYA-DERê dê 3 rojan ji bo bibîranîna têkoşerên azadiya Kurdistanê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameyên bîranînê bên lidarxistin.
Li Stenbolê ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê yên di dîrok û li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane, dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) de ya Stenbolê bernameya bîranînê were lidarxistin.
Malbatên têkoşeran, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî dê tevli bernameyê bibin.
Navçeyên ku dê bernameyên bibîranînê li werin bên lidarxistin ev in:
* 11'ê Îlonê: Li navçeyên Esenler, Zeytînbûrnû, Kagitxane û Sancaktepeyê.
* 12'ê Îlonê: Li navçeya Kagitxaneyê.
* 13'ê Îlonê: li Taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşayê.







