Bîranîn dê sibehê li sê navçeyên Rihayê dest pê bikin

  • 13:13 10 Îlon 2026
  • Rojane
RIHA - Sibehê li sê navçeyên Rihayê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê bîranîn bên lidarxistin.
 
Li sê navçeyên Rihayê, bi pêşengiya KAT-DER'Ê bernameyek bîranînê ya sê rojî dê ji bo kesên ku di dem û cihên cûda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane were lidarxistin.
 
Bîranîn, ku dê di 11'ê Îlonê de dest pê bikin, dê li Mala Şînê ya Rezanoglu li Taxa Selçuklu ya navçeya Eyyubiye, Mala Şînê ya Mustafa Dag li Taxa Sarayalti ya navçeya Pirsusê û Mala Şînê ya Suleyman Nebati li Taxa Yeni ya navçeya Weranşêrê werin lidarxistin.
 
Bîranîn dê di roja sêyemîn de bi xwendina mewlûdê bi dawî bibe.