Li Mexmûrê pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn

  • 12:40 11 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi merasîmekê 24 pakrewanên azadiyê hate bîranîn û soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi minasebeta bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, merasîmek hate lidarxistin.
 
Di merasîma ku li Navenda Komîteya Malbatên Şehîdan hate li darxistin de wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîd Avesta Fîraz Herekol, Îsmaîl, Ronahî Bilikî, Botan Çiyayî, Zerîn Şoreş, Têkoşer Mehmed, Rojbîn Asya, Çekdar Cudî, Elî Çîçek, Bêrîtan Ruken, Hacer Hîlal, Çiya Vîetnam Cudî, Mizgîn Tetwan, Birûsk Amed, Çekdar Melek, Tekîn Hemzo Harûn, Rojhat, Evîn Feraşîn, Aras Piling Goyî, Rojda Fîkret, Qehreman Botan, Zinar Osyan û Andok Cîhan hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berz kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin nasnameya 24 şehîdan hatin xwendin. Hevserokê Meclîsa Gel Bedran Pîranî di merasîmê de axivî.
 
Bedran Pîranî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan xwest û da zanîn ku di dîroka têkoşîna gelê Kurd de wan gelek şehîdên qehreman bibîranîne û oxir kirine.
 
Bedran Pîranî anî ziman ku bi hezaran şehîd, ji bo Rêbertiyek azad û welatek azad bê afirandin canê xwe feda kirine û got: “Bi vê minasebetê serê  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên wan û serê rêhevalên wan sax bin. Şoreşek bi qasî nîv sedsalê dirêj kir. Di vê têkoşînê de me gelek qehremanên ku mohra xwe li dîrokê dane winda kirin. Ev berdêlên giranbûha, di oxira bi Rêbertî û welatek azad de hatin dayîn. Bêguman, ji bo ku tu li ser axa xwe azad jiyan bike, pêwîste tu berdêlên giranbûha jî bidî. Nirxên azadiyê jî girane. Hevalên ku em li vir bi bîr tînin, di dîrokên cuda de şehîd bûne û mohra xwe li dîrokê xistine. Hemû jî zarokên vî gelî ne. Em îro dibînin ku di serî de li Bakûrê Kurdistanê û li cîhanê, van şehîdên qehreman deng vedane. Êdî cîhan gelê ku qebûl ne dikir, nas dike. Êdî kes nikare gelê Kurd înkar bike. Ji bo vê ger îro em têne nas kirin, bi awayekî azad xwe tînin ziman, bi saya van şehîdên qehremane.”
 
Piştî axaftinan malbat û xizmên şehîdan hêstên xwe anîn ziman û ji bo bîranîna şehîdan, soza bilindkirina têkoşînê dan.
 
Îro saet 15:00’an, li Navenda Komîteya Malbatên Şehîdan, taziye dê werin qebûlkirin.