‘Divê hemû zimanên dayikê bi statûyê bikevin bin garantiyê’
- 19:00 12 Îlon 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê li ÎHD’ê bi wesîleya sala nû ya perwerdehiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê hemû zimanên dayikê bi statuyê bikevin bin garantiyê.
Însîyatîfa Kêdkarên Perwerde û Zanistê yên ji bo Mirovahî û Jiyanê, bi boneya destpêka sala nû ya perwerdeyê li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya însîyatîfê ji aliyê Serdar Akturk ve hate xwendin.
‘Mafê ziman mafeke hebûnî ye’
Serdar Akturk da zanîn ku ew wekî perwerdekar û zanyarên ku newekhevî, cudakarî û îstismarkirinê di hemû warên jiyana civakî de red dikin, di destpêka sala nû ya akademîk de li hev civiyane da ku careke din daxwaza naskirina mafê bingehîn ê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo hemû gelên ku mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê li Tirkiyeyê, bi taybetî jî bi zimanê Kurdî, tê astengkirin, bînin ziman û got: “Mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê ne tenê mafekî takekesî ye, lê di heman demê de mafê nasname û hebûna civatekê ye jî.”
Keşêya xala 42emîn a Destûra Bingehîn
Serdar Akturk diyar kir ku Xala 42’emîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê zimanê perwerdehiyê tenê wekî Tirkî pênase dike, bi eşkere perwerdehiya bi zimanê dayikê qedexe dike û got: “Ev rewş astengiya herî bingehîn a qanûnî û newekheviyek eşkere pêk tîne ku rê li ber perwerdehiya texmînî 30 mîlyon mirovên li Tirkiyeyê, bi piranî Kurd, lê di heman demê de Çerkez û Laz jî, bi zimanên xwe yên dayikê digire.”
‘Divê pergala Tirkiyeyê jî li gorî rastiya wê ya pirzimanî be’
Serdar Akturk dest nîşan kir ku li gelek welatên cîhanê yên wekî Spanya, Belçîka, Fînlenda, Kanada û Keyaniya Yekbûyî perwerdehiya bi zimanê dayikê di nava pergala perwerdehiyê de bi statuyek wekhev tê naskirin û got: “Tirkiye jî dikare modelek perwerdehiyê ya berfireh û wekhev ava bike ku li gorî rastiya xwe ya pirzimanî be.”
‘Divê astengiyên qanûnî werin rakirin’
Serdar Akturk anî ziman ku zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê nagirin, di pêvajoya fêrbûnê de mehkûmî astengiyek çêkirî ne û got: “Daxwaza me zelal û bê guman e: divê hemî astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê di Destûr û qanûnan de werin rakirin; divê hemû zimanên dayikê, bi taybetî jî zimanê Kurdî, wekî mijar û zimanên perwerdeyê bi statuyek wekhev di her astê pergala perwerdehiyê de werin garantîkirin, ne wekî dersên bijarte.”







