Bi Jîna Emînî re berxwedana jinan ji sînorên rejîmê bezand

  • 09:02 17 Îlon 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek got berxwedana piştî qetilkirina Jîna Emînî mezin bûye, ne tenê ya jinên Îranê, veguheriye têkoşîna hevpar a jinên cîhanê û got: “Jin Jiyan Azadî xeteke polîtîk a hevpar a têkoşîna azadiya jinan ku li dijî serdestiya mêr hatiye avakirinê ye.”
 
Jina Kurd Jîna Emînî li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve di 16’ê Îlona 2022’yan de hat qetilkirin. Piştî vê serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya hat destpêkirin ket sala 4’an. Dirûşmeya di cenazeya wê ya li Seqizê de hat berzkirin li Rojhilat, Îran û her çar alî cîhanê veguherî xeta têkoşîna hevpar a jinan. Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de têkoşîn didome.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek di 4’emîn salvgera qetilkirina Jîna Emînî de  axivî û got berxwedana di şexsê Jîna Emînî de mezin bûye, li her derê cîhanê deng daye.
 
‘Zimanê hevpar a têkoşîna jinan’
 
Gulcîhan Şîmşek got felsefeya Jin Jiyan Azadî di têkoşîna gevera jinên Kurd de vejiyaye û veguheriye semboleke gerdunî. Gulcîhan Şîmşek wiha anî ziman: “Em li kokên tevgerên jinan yên dîroka cîhanê dinêrin pir caran bi sembol, sîmge û dirûşmeyan xwe heyî dikin. Bi taybet pêvajoyên şoreşan de ev dirûşme daxwazên jinan tînin ziman û vediguherin alavên girîng yên têkoşînê. Jin Jiyan Azadî jî sembola tevgera jinên Kurde.”
 
‘Jin Jiyan Azadî bi bedelên mezin hat bidestxistin’
 
Gulcîhan Şîmşek bi lêv kir ku tevgera jinên Kurd bi bedel û kedek mezin teşe bûye û Jin Jiyan Azadî jî bi ked û bedelên mezin derketiye holê. Gulcîhan Şîmşek wiha berdewam kir: “Jin Jiyan Azadî felsefeya ku ji pisgirêkên civakî re çareseriyê diafirîne ye. Ji ber jin jiyan û azadî ne têgehên ji hev qût in.  Felsefeya Jin Jiyan Azadî sembola berxwedana mezin a li dijî êrîşên li ser jinan e. Em dikarin bêjin ku dîroka jinên Krud jî bi vê felsefeyê teşe bûye. Jin Jiyan Azadî berxwedaneke li dijî serdestiya mêr û êrîşên li ser jinê ye. Dîrokek têkoînê ya mezin a jinên Kurd heye. Ev dîrok wisa hêsan nehat nivîsin. Bi bedelên giran ev dîrok hat afirandin.”
 
‘Bi Jîna Emînî re  li cîhanê belav bû’
 
Gulcîhan Şîmşek da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd li cîhanê deng daye û wiha got: “Di alî belavbûna felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de têkiliyên bi tevgerên jinên enternasyonal de hatiye avakirin, cihekî girîng digirin. Tevgera Jinên Kurd, hevparbûna dîroka têkoşîna bi jinên Tirkiyeyê re danî berxwe. Vê dîrokê heman demê de hêza jinan derxist holê. Bi taybet têkoşîna jinên Kurd di şexsê Jîna Emînî de îro bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li cîhanê belav bûye. Têkoşîna ku jinan li Rojava û Kobanê li dijî DAIŞ’ê da meşandin jî li cÎhanê deng da. Jin Jiyan Azadî di esasê de têgehek îdelojîk û paradîgmayî ye.”
 
‘Rêxistinbûna jinan hêza guherîna civakiye’
 
Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku pêvajoya siyasîbûna tevgera jinên Kurd bi têkoşîna civakî re pêş ketiye û wiha anî ziman: "Tevgera Jinên Kurd ku xwe bi pêvajoya Azadî pênase dike, ligel pêvajoya siyasî, civakibûn, pêşxistina hişmendiya li dijî pirsgirêkên civakî û têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinê jî bixwe re anî. Van hemûyan hîmê pêvajoyê ava kir. Têkoşîna jinê rêxistin kir, jin kir kirde û karekterê xweser ava kir. Rêxistinbûna jinan hêza guherîna civakê ye.”
 
‘Têkoşînê sînor bezand’
 
Gulcîhan Şîmşek di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Jin Jiyan Azadî  bû sembola têkoşîna jinan a gerdunî. Em behsa felsefeyeke ku daxwazên jinan yên hevpar kiriye sembol dikin. Li her derê jin xwedî li vê berxwedanê derketin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî Ji Latîn Amerîkayê heta Hîndîstanê, ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û Ewropayê ev dirûşme bû dengê hevpar yê jinan. Bi qetilkirina Jîna Emînî re ev dirûşme bû semboleke xurt a jinan. Têkoşîna piştî qetilkirina jînayê sînorên Rojhilat û Îranê bezand û li hemû cîhanê belav bû. Berxwedana Jîna Emînî li Îranê hişyarbûna jinan mezin kir.”