Li Amedê bîranîna Nagîhan Akarsel:Em ê têkoşîna wê bidomînin
- 16:42 4 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED –Li Amedê di bernameya bîranîna ku rojnameger û endama Akademiya Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel hat bîranîn de balkişandin ser heqîqet û têkoşîna azadiya jinê. Di bîranînê de soza berdewamkirina têkoşîna ku Nagîhan Akarsel hiştiye, hat dayîn.
Endama Akademiya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Akademiya Jîneolojiyê hat bibîranîn. Bîranîna li Komeleya Em ji bo Pêşerojê Li Virin pêk hat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tevli bûn. Wêneyên Nagîhan Akarsel û pirtûkên wê di salonê de cih girtin. Bername bi rêzgirtinê destpê kir û dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin. Sînevîzyona ku jiyana Nagîhan Akarsel vedigot hat nîşandan.
‘Lêgerînvana heqîqetê’
Endama Akademiya Jîneolojiyê Bahar Akdemîr piştî nîşandana sînevîzyonê axivî û wiha got: “Hemû hevalên wê yên pê re xebitîbûn ew wek ‘lêgerînvana heqîqetê’ pênase kiribûn. Di vê lêgerînê de pirsên wê yên li bersiva xwe digeriyan hebûn:Bêrîkirinên jinekê çiye, çawa dijî, çawa azad dibe?Ji bo bersiva van pirsan, xwe wek lêgerînvan dîtibû. Wê jin û jiyan wek çemekî herikbar difirî. Di vî alî de Nagîhanê seranserê jiyana xwe têkoşîn meşand.”
‘Jîneolojî di alî me de riyeke derketinê ye’
Bahar Akdemîr daxuyakirin ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bersiva pirsa ‘wê çawa bê meşandin’ ji aliyê jîneolojiyê ve hatiye dayîn û wiha dawî lê anî: “Di vî alî de di 27’ê Sibatê de Serokatiyê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk de zemîneke nû ya hebûna Kurd dide nasîn ava kir. Di zemîna siyaseta demokratîk de afirandina aştiyeke bi rûmet berpirsyariya me ye. Li dijî zimanê pergala serdest ya mêr, jin di aştiya tê avakrin de kirde ne ev girînge. Hedefgirtina Nagîhan Akarsel û jinên beriya wê hatibûn qetilkirin dihat wateya hedefgirtina tevgera jinên Kurd. Nagîhan li pey aştî, bîr û heqîqetê çû û xebat meşand. Em wan pêşengên aştiyê dibînin. Serokatî jî dema jîneolojiyê pênae dike dibêje ‘Jîneolojî di alî me de riyeke’. Di vîa lî de divê em hîn bêtir jîneolojiye bixwînin. Ji bo jinan jîneolojî bi nirxe. Bicihanîna xeyla, hêvî û xebatên Nagîhan Akarsel û hemû şehîdên Kurdistanê berpirsyarya me ye.”
‘Em ê xwedî li têkoşîna wan derketin’
Piştre Seroka MKG’ê Roza Metîna mafê axaftinê girt û wiha got: “Em di şexsê rojnmeger û kedkara Akademiya Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Nagîhan jineke jî bû, di alî rojnamegerî û jîneolojiyê de jîr bû. Ne tenê wek karekî, wek heqîqet û felsefe digirt dest. Wek îdeolojiyekê dida jiyîn. Em wek rêhevalên wê, wê têkoşîna wê mayînde bikin û xwedî lê derketin.”
Bîranîn bi xwendina pirtûka Nîsan a Nagîhan Akarsel û muzîkê bidawî bû.







