Li kolanên Mûşê banga tevlibûna mitînga ekolojiyê ya li Giyadînê
- 12:31 25 Îlon 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Li kolanên Mûşê di xebata ku ji bo mitînga dê di 26’ê Îlonê de li navçeya Giyadîn a Agirî bi dirûşma “Ez xwedî li ax û ava xwe derdikevim” bê lidarxistin, banga tevlibûnê hat kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li navçeya Giyadîn a Agiriyê li dijî projeya derxistina zêr a bi siyanurê ya şîrketa Turk Altin A.Ş. mitîngê li dar bixe. Li kolanên Mûşê xebatên amadekariya mitîngê de banga tevlibûnê hat kirin û texrîbatên ekolojîk ên li Kurdistanê ji gel re hat vegotin.
Ji bo mitînga ku dê li otogara Giyadînê di 26’ê Îlonê bê lidarxistin, ji Mûşê gelek wesayît dê saet di 8.00’an de ji otogara kevin bi rêkevin.







