Li Fransayê pêşnûme yasaya li dijî tundiyê hat erêkirin

  • 11:48 24 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Taybet a Meclîsa Neteweyî ya Fransayê pêşnûme yasaya têkildarî têkoşîna li hemberî tundiya zayendî ya li dijî jinan û zarokan erê kir. Pêşnûme dê 1’ê Cotmehê li Civata Giştî bê nirxandin.
 
Ji aliyê komîsyona taybet a li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê ve pêşnûme yasaya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jin û zarokan hat pejirandin. Piranî parlamenterên ku beşdarî dengdanê bûn piştgirî dan pêşnûmeyê. Nûnerên Yekîtiya Neteweyî (RN) bêalî man. Pêşnûme dê 1’ê Cotmehê li Civata Giştî bê nirxandin.
 
Pêşnûme hê nebûye yasa
 
Bi pêşnûmeya bi hejmara 3106'an ku meha Tebaxê hat pêşkêşkirin, armanc pêşîgirtina li tundiyê, tesbîta zû, qeydkirina îxbaran, parastina kesên bûne hedef û piştgiriya ji wan re ye. Her wiha lêpirsînên cezakirinê û pêvajoya tazmînatê di heman çarçoveya yasayî de dê bigihîjine hev.
 
Di çarçoveya pêşnûmeyê de li gel polîs û dadgeriyê her wiha li qadên kar, perwerde û tenduristiyê jî hinek tedbîran digre nava xwe. Ger metn bê qebûlkirin, ji bo bicihanîna wê pêwîstiya bi fînansman û personelan jî dê bikeve rojevê.
 
Metna ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye qebûlkirin hê nebûye yasa. Pêşnûme dê di 1'ê Cotmehê li Civata Giştî ya Meclîsa Neteweyî bê nirxandin, piştre jî bikeve rojeva Senatoyê.