Kurdî di 21’ê Sibatê de dibe dengê berxwedanê

  • 09:04 21 Sibat 2026
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Hevseroka Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Îrgat da zanîn ku tunehesibandina ziman ne tenê windahiya zimane, êrîşek li hember nasnameya gel e. Kurdiye Îrgat got pir zimanî dewlemendiye.
 
Hevseroka Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Îrgat der barê girîngiya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de nirxandin kir. Kurdiye Îrgat da zanîn ku îro gel tenê bi zimanê xwe dikarin xwe îfade bikin û wiha got: “Zarok zikê dayika xwe de bi dengê dayika xwe cîhan fikr û ramana xwe teşe dikin. Ji ber vê jî qedexekirina ziman wê wateya tunekirina nifş. Dema dayik zimanê xwe neparêze, nifşê kum ezin dibe jî bi tunebûnê re tê rû hev.”
 
‘Li dijî tunebûna ziman seknek tê nîşandan’
 
Kurdiye Îrgat bi lêv kir ku ziman hebûnek zindiye û her zindî bi demê re dimire. Kurdiye Îrgat ev tişt bi lêv kir: “Tunebûne zimanekî ne tenê windabûna gotinane heman demê de tunebûna çandê ye. Tunebûna zima li dijî dewlemendiya çand û zimanê cîran jî sekneke dijbere. Ji ber ku ziman dema bi hev re di têkiliyê de bin dewlemend dibin. Li gelek welatan gelek ziman hene. Mînak li Bolîvyayê ya 12 mîlyon nifûsa wê heye 37 zimanên fermî hene. Li Hîndîstana ku mîlyarek nivîsa wê heye 22 zimanên wê yên fermî hene. Kurdî zimanekî xurt û dewlmende. Lê mixabin bi salan hatiye înkarkirin. Ji ber vê jî Kurd li dijî vê berxwe didin û qebûl nakin.”
 
Banga 21’ê Sibatê
 
Kurdiye Îrgat diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyek nû destpêkiriye û wiha domand: “Hêvî û daxwaza me eve ku ji Kurdî statu bê nasîn û bibe zimanê fermî yê fermî. Ez bang li hemû li dijî vê xetereya li ser Kurdî xemgîn dibin, dikim ku 21’ê Sibatê de ji bo Kurdî têbikoşin.”