Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 5'emîn de didome

  • 14:07 30 Îlon 2026
  • Çand û Huner
AMED - 10'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di roja 5'emîn de didome. Gelek xwendekar û pirtûkhêz bi awayekî girseyî serdana pêşengehê dikin.
 
10'emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 5'emîn de berdewam dike. Di pêşengehê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze dikin, bi xwînerên xwe re tên ba hev, li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj tên kirin.
 
Di roja 5'emîn de hat dîtin ku gelek xwendekarên dibistanên Amedê tev li pêşengehê bûn. Pêşengeh bi serdanên girseyî didome.