Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi dawî bû
- 20:08 4 Cotmeh 2026
- Çand û Huner
AMED- Di roja dawî ya Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de jî bi hezaran kes berê xwe da standên pirtûkan. Îro gelek panel hatin lidarxistin û gelek nivîskaran pirtûkên xwe bo xwîneran îmze kir.
10’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 9’emîn de bi panel, gotubêj û tevlîbûnek girseyî bi dawî bû.
Di roja dawî ya pêşengehê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze kirin, bi xwînerên xwe re hatin ba hev û li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj û panel hatin kirin.







