Li Şirnexê ji ber avêtina topê şewat derket

  • 16:11 22 Îlon 2026
  • Ekolojî
ŞIRNEX -Li deverên gundewarî yên gundên Şax û Heblerê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber avêtina topê ya ji qereqoleke leşkerî, agir bi daristanê ket.
 
Agir li derdora gundên Şax û Heblerê derket ku ev herêm ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve ji bo heyama 49 salan ji Wezareta Parastinê re hatibû veqetanin. Hat ragihandin ku agir ji ber guleyên topê yên ji qereqola li Heblerê hatine avêtin, pê ketiye.
 
Şewata ku ji ber topbaranê li herêma gundewarî ya Şaxê ku wekî herêmeke parastî hatiye destnîşankirin dest pê kir, bi lez belav bû. Her ku şewat li herêma Şikefta More berdewam kir, gelek rez û baxçe şewitîn û ziyan gihişt darên fêkiyan.
 
Tîmên vemirandina agir ên Şaredariya Cizîrê ji bo herêma şewatê hatin şandin. Berê jî bi heman sedemê çendîn caran li herêmê şewat derketibû.