Li Cizîrê ji bo Denîz Poyraz daxuyanî hat dayîn
- 19:08 19 Hezîran 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistinên Ked û Pişeyî yên Şirnexê, derbarê qetilkirina Denîz Poyraz de daxuyaniyek dan û gotin: "Divê berpirsyar hesabê bidin."
Rêxistinên Ked û Pîşeyî yên Şirnexê, têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz de li ber avahiya Egîtîm Sen ê ya Cizîrê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozgûneş, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên Platforma Şaxên KESK’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” hat vekirin û daxuyanî ji hêla Sekeretera Jin a Egîtîm-Sen a Şirnexê Serap Ok ve hat xwendin.
Di daxuyaniya hatî dayin de qetilkirina Denîz û êrîşa li hemberî HDP'ê hat şermezarkirin wiha hat gotin: "Em banga piştevaniyê dikin. Divê berpirsyarên qetlîamê hesabê dibin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê jî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Destên ku dirêjê Denîz bûn bişkên” û “Denîz Poyraz nemir e” bi dawî bû.







