Li Amedê Parka Gulistana Zimanan hat vekirin
- 18:46 20 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li navçeya Rezanê Parka Gulistana Zimanan bi merasîmekê vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Parka Gulistana Zimanan bi merasîmekê vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Ceylan Akça, Adalet Kaya, hevşaredarên Rezanê Siraç Çelîk û Leyla Ayaz, hevşaredarên navçeyên Sûr, Peyas, Bajarê Nû, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî vekirina parkê bûn.
Li Parka Gulistana Ziman de bi deh zimanên ku li Tirkiyeyê bi windabûnê re rû bi rû re kuçe hatin çêkirin. Li peyvên van zimanan li her kuçeyekê navek hat danîn.







