Rewşa mirovî li Kobanê xirabtir dibe
- 13:57 31 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa mirovî li bajarê Kobanê ku ev 13 roj in di bin dorpêçê de ye, xirabtir dibe. Zêdetirî 600 hezar kes di bin dorpêçeke dijwar de dijîn. Xwarin û derman kêm in û desthilata Tirkiyeyê rê nadin ku deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî were vekirin.
Zêdetirî 500 hezar şêniyên Kobanê Kobaniyê, 13 roj in di bin dorpêçeke dijwar de dijîn. Kombûna dermanan jiyana nexweşên penceşêr û dil dixe xetereyê. Zarok, kal û pîr ji ber sermaya dijwar û nebûna pêdiviyên bingehîn di xetereya nexweşiyê de ne.
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê, li Kobanê radigihîne ku nanpêjxaneyên bajêr dixebitin da ku nan peyda bikin, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê û ard, metrisî heye ku firin were rawestandin, eger dorpêç berdewam bike.
Ji ber ku rê girtî ne û cotkar nikarin bigihêjin zeviyên çandiniyê, li sûka bajar sebeze jî kêm bûye. Xwarinên din jî hêdî hêdî li dikanan û bazarên bajêr xilas dibin.
Li gel van şert û mercan, şêniyan biryardariya xwe ya berxwedan û parastina taxên xwe nîşan dan.
Saziyên xwecih û rêxistinên mirovî yên li bajêr bi qasî ku ji destê wan tê piştgiriyê didin kesên koçber, wan li dibistan, mizgeft û malan bi cih dikin û pêdiviyên bingehîn ji wan re peyda dikin.
Li gel peymana agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de, dorpêç hîn jî berdewam dike.
Li aliyekî din desthilata Tirkiyeyê heta niha rê nade ku deriyê sînor ê bi Kobanê re were vekirin da ku alîkariyên mirovî yên ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bibin.







