Şandeya KNKˊê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş re hat ba hev

  • 21:02 31 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya KNKˊê li bajarê Qamişloyê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş ku ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hatibû avakirin re civiya. Di civînê de pêşdeçûnên li Rojava, rêbazên yekkirina vîzyon û yekhelwestiya Kurdistanê di vê qonaxê de hatin nîqaşkirin.
 
Di çarçoveya hewldanên pêşxistina yekrêziya Kurdî û yekkirina vîzyona siyasî li gel pêşdeçûnên lez ên li Rojava de vê êvarê şandeya KNKˊê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş re li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê civiya.
 
Şande ji hevserokê KNKˊê  Ehmed Karamûs, endamê Koordînasyona Serokatiya KNKˊê Şêrko Hemê Emîn, endamê Koordînasyona KNKˊê Dr. Hekîm Ebdurehîm, endama Koordînasyona Serokatiya KNKˊê Perwîn Ezîz, endama Koordînasyona KNKÊˊ Mecde Ebas û endamê Komîteya KNKˊê ya Rojava Silêman Îlyas û endamê Desteya Rêveber a KNKˊê Ekrem Hiso pêk tê.
 
Şandeya Kurdî ya Hevbeş ji Hevseroka PYDˊê Perwîn Yûsif, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwêş, Serokê ENKSˊê Mihemed Îsmaîl, endamên Desteya Serokatiya ENKSˊê Silêman Oso û Feysel Yûsif, cîgirê Sekreteriya Partiya Demokrat a Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê ehmed Silêman pêk tê.
 
Di civînê de pêşdeçûnên dawî li Rojava hatin nîqaşkirin, girîngî ji bo rêbazên yekkirina vîzyonê û yekhelwestiya Kurditanî di vê qonaxê de hat dayîn.