Bi deh hezaran kes li Amedê bûn yek: Rojava xeta me ya sor e

  • 17:22 1 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê bi munasebeta 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes li Amedê bûn yek.
 
Li Amedê bi munasebeta 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes li Amedê bûn yek. Di meşê de dirûşmeya "Rojava berxwedan e, azadî ye" hat berzkirin. Bi deh hezaran kes, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî hebûn, beşdarî meşê bûn. Meş ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu dest pê kir û li ber Ofîsa AZC Plaza bi dawî bû. Di meşê de pankarta "Rojava azadî ye, berxwedan e" hat vekirin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bê serok jiyan nabe", "Yeke, yeke, yeke, gelê Kurd yek e", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. 
 
Girseya ku meşa xwe li ber AZC Plaza bi çepik, tilîliyan, dirûşmeyan û coşê bi dawî kir, li wir daxuyaniyek da. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi gotina "Bijî Şoreşa Rojava, em Şoreşa Rojava pîroz dikin. Em têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd pîroz dikin" dest bi axaftina xwe kir.
 
Piştre aktivîsta TJA'yê Çaglar Demirel, mafê axaftinê girt. Çaglar Demirel got, "Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e. Şoreşa Rojava li Rojava dest pê kir, li Kurdistanê belav bû û ji bo cîhanê bû mînak. Rojava xeta me ya sor e."
 
Mehmet Kamaç, hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, piştre mafê axaftinê girt û diyar kir ku têkoşîna Kurdan cîhanê dihejîne.