'Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e'
- 17:33 1 Sibat 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê ji bo Rojava bi tevlîbûna deh hezaran kesan bi dirûşmeya “yek yek yek e, Kurdistan yek e” peyam hat dayîn.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi pêşengiya DEKUP'ê bi deh hezaran kes bi mebesta Roja Piştevaniya ji bo Rojava meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kesên ku li Qada Azadiyê hatin gel hev, bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava", "Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e" û "Bijî yekîtîya gelan" meş dest pê kir. Meşa ku li Qada Azadiyê dest pê kir, Cedayên Kîlîs, Nexweşxane û Mêrdînê berdewam kir. Di meşê di pankarta “Bi ruhê yekîtiya netewiya demokratîk em 1'ê Sibatê Roja cîhanî ya piştevaniya bi Rojava re silav dikin” hat vekirin.
Meşa ku Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayir tevlî bû de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Girseya ku gihişt qada Newrozê liv ir daxuyanî hat dayîn. Di destpêkê de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Mêrdînê Hatîce Oncu axivî û wiha got: “Ev êşa me çiqas mezin be, berxwedana me jî ewqas bi kok e. Em baş bi bîr tînin; wan çeteyên tarî dixwestin bi birîna kêzîyên jinên şervan, vîna me bişkînin. Lê wan tiştek ji bîr kiribû: Ew kêzî, koka me ya hezar salan bûn. Vê berxwedanê rastiya paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan a ku dibêje 'Heta jin azad nebe, civak azad nabe' di dilê dîrokê de koland. Ev şoreş, bi vî rengî jin ji nû ve wekî 'hêza sereke ya jiyanê' pênase kir û felsefeya azadiyê kir malê cîhanê.”
‘Berpirsiyariyeke dîrokî û civakî ye’
Piştre Hevseroka DEM Partiya ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz daxuyaniya tirkî xwend. Nîlufer Elîk Yilmaz diyar kir ku parastina îrade û destkeftiyên li Rojava hatine holê ne tenê erkê hevgirtinê ye, lê di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî û civakî ye ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha got, “Ev helwest di heman demê de pabendbûna xwe ya ji bo avakirina aştî û pêşerojek demokratîk li herêmek ku şer û kaos lê dijwar dibe, nîşan dide.”
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir bi bîr xist ku 1’ê Sibatê li cihanê û hemû Kurdistanê Roja Piştevaniya ji bo Rojava hatiye îlankirin û pîroz kir. Keskîn Bayindir wiha got, “Dagirkeran sedsal berê digotin ‘kurdan em ê parçe parçe bikin da ku hevdû nas nekin, ziman û çanda hevdû nizanibin. Lê xeberek ne xweş ji bo wan heye. Helwest û daxwaza Gelê Kurd bûye yek.”
Axaftina Keskîn Bayindir bi dirûşmeya “yek yek yek e, gelê kurd yek e” hat birîn.
Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftinê de ev tiştan bi lêv kir: “ Mizgînî be ji Gelê Kurdistanê re serkeftin be ji ciwan û jinên kurdan re, bi yek dengî, em li ser piyan e û ev serkeftin tacîdar dibe. Gelê Kurd li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê li dij êrîşên wan ên hovane li tevahiya cihanê 25 roj in li ser piyan e. Dostên gelê kurd vê çerxa xirab erdê xist û parçe parçe kir.”
'Deriyê sînor vekin’
Keskîn Bayindir bal kişand ser peymana ku hat îmzekirin û got, “Du roj bere rêvebiriya xweser peymanek îmze kir û ev peyman bi piştgirî û têkoşîna gelê Kurd bû. Vê peymanê gelê kurd ji komkûjiyê xilas kir. Lê hîn jî xilas nebûye. Gelê kurd bi çalakî, berxwedan û yekîtî û têkoşîna xwe bi ser dikeve. Dê ev peyman sibê dest pê bike. Lê Kobanê hîn jî di bin ablûkayê de ye. Zarok birçî ne. Bi rojan in alîkarî li ber deriyê sînor tên sekinandin. Destûr nayê dayîn. Em ji vir bang dikin; ger ku hûn piştgiriyê DAÎŞ’ê nînin û hevkarê vê komkûjiyê nînin deriyê Kobanê vekin, deriyê sînor vekin da ku ev gel piştgiriya xwe nîşanê Kobanê bide.”
‘Heta statûya Rojava garantî nebe em rûnanên’
Keskîn Bayindir da dawiya axaftina xwe de wiha got: “Van 25 rojan nîşanê me da ku em bi hêz û cewher in. Ger ku em bibin yek û bi tifaq bin em dikarin mafê xwe bi dest bixin û xwe bi cihanê bidin qebûlkirin. Em dikarin statûya xwe bi dest bixin. Ev qûwet di gelê me de heye. Gelê Kurd li ser axa xwe jiyanek aştiyane û wekhev dixwaze. Çand û jiyanek azad dixwaze. Dixwazin jiyana xwe bi destên xwe tayin bikin. Şer naxwazin. Kuştin, girtin û koçberiyê naxwazeç. Gelê kurd bindestiyê qebûl nake. Şerek dijwar û bêsînor û bêhesap li pêşiya gelê kurd hebû. Abdullah Ocalan bi sekna xwe pêşiya vî şerî girt û ev peyman hat îmzekirin. Em silav jê re dişînin. Heta statûya Rojava garantî nebe, heta xal bi xal bi cih neyê em rûnanên. Em ê li pişt xwişk û birayên xwe bin. Ji bo maf û hiqûqa xwe em ê li ser piyan bin. Heta dawiyê dê ev têkoşîn berdewam bike.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.







