Akademîsyena Aştiyê Şemsa Ozar koça dawî kir

  • 13:03 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyenê Aştiyê Şemsa Ozar koça dawî kir.
 
Prof. Dr. Şemsa Ozar, endama fakulteya teqawîtbûyî ya Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Bogaziçi û kesayetiyek girîng di warê aboriya femînîst de, koça dawî kir.
 
Şemsa Ozar, endama damezrîner a Înîsiyatîfa Ked û Kar a Jinan (KEÎG), di heman demê de bi awayekî çalak beşdarî Akademîsyenên Femînîst ên Xebatkarên Keda Jinan (KEFA) bû, ku di çarçoveya Platforma KEÎG de dixebite. Prof. Dr. Şemsa Ozar di serdema 2015-2016an de wekî seroka Komeleya Navneteweyî ya Aboriya Femînîst (IAFFE) xebitî.
 
Akademîsyena aştiyê
 
Şemsa Ozar ji ber îmzekirina daxuyaniya "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" a Akademîsyenên ji bo Aştiyê hate darizandin. Di yek ji rûniştinên wê de got, "Min dît ku şansa jiyana aştiyane di navbera gelên ku li heman welatî bi hev re dijîn de winda dibe. Min ew nivîs îmze kir da ku pêşî li vê yekê bigirim."
 
Şemsa Ozar, ku bi xebatên xwe yên akademîk beşdarîyên girîng di warên ked û karê jinan, siyaseta civakî, jin û koçberîya bi darê zorê, karê nefermî û karsaziyên piçûk de kiriye, gelek gotarên lêkolînên wê hene.