Dayikên Aştiyê: Bila Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bê vekirin
- 13:12 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê, li gelek bajaran li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyanî dan û daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê kirin û xwestin "sînorên di navbera xwişk û biratiyê de werin rakirin".
Dayikên Aştiyê li bajarên li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Rojava civînên çapemeniyê yên hevdem li dar xistin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê di daxuyaniya da de bang kir ku şerê li Rojava bê sekinandin û deriyê Murşîtpinarê bê vekirin. Di daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê bal kişandin ser pêvajoya aştiyê û gotin ku ji bo ev şer bisekine û aştî bi encam be divê “mafê hêviyê” jî pêk bînin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, li Parqa Karayollari ji bo Rojava daxuyanî da. Ligel gelek dayikan Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, DBP û gelek sazî û dezgeh jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Sonda me kezîzerên me ne Rojava rûmeta me ye” hat vekirin. Li ser navê dayikan, Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn axaftin kir.
Gurbet Tekîn anî ziman ku ev nêzîkê mehekê ye şerekî dijwar û bêhempa li ser gelê Rojava tê meşandin û got, “Ev êrîş bi pêşengiya HTŞ û DAÎŞ’ê tê meşandin. Dewletên ku ew anîne ser Sûriyeyê dibêjin qey DAÎŞ xilasiya wan e. Wan ji xwe re didin pêş. Lê belê wan hîn hêza kurdan nas nekiriye. Îro kurd hemû yek in û bûne yek. Vê hovîtiya ku li ser Gelê Kurd û zarokên kurd didin meşandin em qebûl nakin. Keziyên keçên me dibirin û wan di avahiyan de davêjin. Vê yekê li ser navê misilmaniyê dikin. Ev ne misilmanî ye. Zarokên me yên li Kobanê biçûk ji birçîna û sermayê jiyana xwe ji dest didin. Di tu dewlet û olan de ev yek tuneye. Daxwaza me ew e ku dengê me bigihêje tevahiya cihanê. Li hember çavên cîhanê ev hovîtî tê meşandin. Bila dengên xwe derbixin û bêdeng nemînin.”
‘Deriyê sînor vekin’
Gurbet Tekîn destnîşanê deriyê Murşîtpinarê kir ku hîn nehatiye vekirin û wiha domand, “5 roj in TIR’ên alîkariyê li wir hatine sekinandin. Em dixwazin rojek berê ew derî vebin. Li gorî daxuyaniyên wan divê derî roja duşemê bihata vekirin. Bi hezaran dayik amade bûn biçûna deriyê Pirsûsê. Lê hîn jî derî venekirine. Ger ku wiha berdewam bike em sînoran nas nakin. Em dayik dê van sînoran rabikin û deh hezaran dayik em ê ji vir bi rê bikevin.”
'Mafê hêviyê pêk bînin’
Gurbet Tekîn bal kişand ser pêvajoya aştiyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Salek derbas bû. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bangawazî kir got ‘bila Serokê Gelê Kurd bê parlamentoyê û biaxive û em ê mafê hêviyê bidin.’ Lê belê heta roja îro hîn tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê baweriya gel tê şikandin. Ji hêla Gelê Kurd û Serokatî ve çi gav pêwîst bû hatin avêtin. Em dibêjin rojek berê rojekê bila mafê hêviyê pêk bînin. Em jî destê Serokatiyê xurt bikin da ku Serokê me vê pêvajoyê bi rê bibe. Ji Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pê ve tu kes nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Bandora vî şerî li Rojava bandorê li çar parçeyên Kurdistanê dike. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyek mayînde û serkeftî bi encam bibe bangawaziya me ji hemû kes û netewan e destên me bi hevre xurt bikin. Daxwaza me dayikan ew e ku ev şer bê sekinandin.”
Wan
Dayikên Aştiyê li ber Baroya Wanê li dijî êrîşên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemeniyê de, pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate hildan, dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelekên din beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
'Divê Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be’
Dayika Aştiyê Saadet Oklu di civîna çapemeniyê de axivî û got, “Birêz Bahçeli salek e dibêje pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve sînor girtine û alîkariya ku diçe gelê Rojava rawestandiye. Em girtina sînoran qebûl nakin. Ger ev alîkarî ji bo DAIŞ'ê bûya, ew ê derî vekirana. Gunehê zarokên li Rojava çi ye? Şerê li ser Rojava şerekî li ser Bakur, Başûr û Rojhilat e. Wan em kirin çar parçe, lê em yek in. Medyaya Tirk YPG'ê wekî 'terorîst' bi nav dike, lê kengî YPG'ê sivîl kuştine? Em vî şerî şermezar dikin. Em baweriya xwe bi pêvajoya ku ji hêla Ocalan ve hatiye destpêkirin tînin. Divê Birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.”
Stenbol
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li ber avahiya bajêr a DEM Partiyê li Beyogluyê derbarê gefên li dijî Rojava de daxuyaniyek da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankartek bi nivîsa "Sonda me kezîzerên me ne, Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
'Deriyê sînor ê Murşitpinarê vekin'
Dayika Aştiyê Rewşan Doner êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi bîr xist û bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha dewam kir: "Em sînoran nas nakin. Em li gorî peymana ku di 30'yê Çileyê de hatiye îmzekirin, Sûriyeyeke demokratîk dixwazin. Divê mafên hemû gelan bên misogerkirin. Pêvajoya ku di 27'ê Sibata 2025'an de hatiye destpêkirin, ji ber tiştên ku îro li Rojava diqewimin bandorek neyînî li ser wê kiriye. Devlet Bahçelî got, 'Divê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad be.' Em azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî dixwazin. Divê her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û alîkarî ji bo Kobanî were şandin."
Daxuyanî piştî ku dirûşme hatin berzkirin bi dawî bû.
Amed
Dayikên Aştiyê li ber AZC Plaza li taxa Ofîs a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava civîneke çapemeniyê li dar xistin. Pankartek bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" hate vekirin û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Yek, yek, yek, gelê Kurd yek e" hatin berzkirin. Rêxistina Bajarê Amedê ya DEM Partiyê, rêxistina bajêr a DBP, TJA, şaredarên Amed, gelek sazî û rêxistin û her wiha gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
'Deriyê Murşitpinarê vekin!'
Dayika Aştiyê Afife Kartal, pêşî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ew ê her tim li kêleka şervanên ku li Rojava têdikoşin bin.
Afife Kartal, got, "Alîkariya ku ji bo Kobaniyê hatibû berhevkirin û dixwestin bişînin, birin deriyê sînor, lê destûr nayê dayîn ku derbas bibe. Em daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşitpinarê dikin. Di dema êrîşan de keziyên zarokên me qut kirin. Ciwanên me hatin kuştin, lê bila ew jî bizanin ku bi hezaran dê cihê wan dagirin. Em dawiya DAIŞ'ê dixwazin. Em ê heta dawiyê li kêleka zarokên xwe yên li Rojava bin."
'Rojava xeta me ya sor e'
Dayika Aştiyê Havva Kiran tekez kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd bi zanebûn in û got, "Pêvajoyek heye ku salek e berdewam dike, ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wek dayikan, em her gavek bi hesasiyeteke mezin diavêjin da ku ji her encamên neyînî dûr bikevin. Pêncî û du sal in şer heye. Mixabin, dema ku dor tê ser Kurdan, her kes dibe yek. Lê bila em vê yekê bi zelalî bibêjin: Rojava xeta me ya sor e."
Daxuyanî bi slogan û tilîliyan bi dawî bû.







