Bi hezaran şêniyên Kobanê ji bo destkeftiyên şoreşê meşiyan

  • 15:40 4 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê daketin qadan û meşiyan.
 
Şêniyên Kobanê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê meşek bi dirûşma "Şoreşa me rûmeta me ye, em ê rûmeta xwe biparêzin" Ii dar xist.
 
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî rêzgirtinê ji rêveberiya TEV-DEM`ê Cahîd Hesen axivî. Hesen got: "Divê em destkeftiyên şoreşa xwe bi berxwedan û têkoşîna xwe biparêzin. Di 6’ê meha derbasbûyî de ji bo têkbirina destkeftiyên me, êrişeke hovane hat kirin. Bi desteka dewleta faşîst a Tirk û bêdengiya hêzên navneweteyî êrişeke hovane li hember destkeftiyên Rojava kirin. Destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine parastin û hatibûn bidestxistin, xwestin ji nav bibin."
 
Cahîd Hesen destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û li ser pêyan bin da ku destkefiyên şoreşa xwe biparêzin û got: "Divê gelê me li pişta hêzên xwe ya YPJ, YPG û QSD’ê be û bi hêza xwe bawer be da ku em dijmin têk bibin û destkeftiyên xwe biparêzin."
 
Meş bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.