Ji bo xwendekarên biçûk şanoyeke taybet
- 14:16 9 Sibat 2026
- Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT), bi lîstika xwe ya nû ya ji bo zarokan a bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” li ÇandAmedê derket pêşberî temaşevanên xwe yên piçûk. Ev pêşandana taybet, xwendekarên ku li navendên perwerdeyê yên Şaredariya Peyasê dixwînin û malbatên wan anîn cem hev.
Zarokên ji Navendên Perwerdehiyê yên Xelîl Brahîn Oruc, Aydin Erdem û Mîr Celadet Elî Bedirxan ku di bin rêveberiya Gerînendetiya Çandî û Karên Civakî de kar dikin, beşdarî pêşandana vê şanoyê bûn. Lîstik ji aliyê Yasîn Yureklî ve hatiye nivîsandin û derhênerkirin; bi şêweyeke hemdem, bi çîrokbêjî û teknîkên palyaçoyî yên bi hostetî hatine hev kirin, atmosfereke nepen diafirîne û bala zarokên ji 5 salî û mezintir dikişîne ser xwe.
Di lîstikê de lîstikvanên mîna Şahperî Alphan, Elvan Koçer, Omer Şahîn, Zeycan Ateş, Rêzan Kaya û Sena Ozbey cih digirin. Çîroka lîstikê rêwîtiya razdar a zarokek dişopîne; Zarok sibehekê ji xew şiyar dibe û dibîne ku nikare malbata xwe an jî tu kesek din li ser rûyê erdê bibîne. Di vê rêwîtiya hundirîn de, bi alîkariya tovekî çerxa jiyanê ya di xwezayê de ji nû ve vedibîne û têkiliya di navbera jiyan, mirov û xwezayê de ji perspektîfeke nemirov-navendî diceribîne.
Zarok û malbatên xwe di dema pêşandanê de kêliyên xweş û bîranîn derbas kirin. Rayedarên şaredariyê tekez kirin ku ew ê çalakiyên çandî û hunerî yên bi vî rengî ku xwendekaran bi zimanê zikmakî li dora hunerê dicivînin, bidomînin.
Navendên Perwerdehiyê yên Şaredariya Peyasê armanc dikin ku bi van çalakiyên watedar, evîna ji şanoyê di dilê zarokan de mezin bikin û di temenekî zû de derfetê bidin wan ku bi cîhana hunerê re têkiliyeke xurt ava bikin.







