Kobanê di bin dorpêçê de ye: Berxwedan didome
- 11:28 9 Sibat 2026
- Rojane
RIHA - Rojnameger Sozda Oremar, li ser dorpêçkirina berdewam a bajarê Kobanî ji aliyê HTŞ'ê ve axivî û diyar kir ku ji bilî krîza mirovî, bajarê Kobanî gelek penaber pêşwazî kirine û got, "Gel tevî dorpêçkirinê jî li ber xwe dide."
Piştî êrîşên ku di 6'ê Çileyê de ji aliyê HTŞ'ê, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkiri li dijî Rojava hatin destpêkirin, gelê Rojava û bi rastî jî gelê Kurd ê li çarparçeyên Kurdistan û çar aliyên Cîhanê dengê xwe yê berxwedanê bilind kir. Li hember van êrîşan di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û HTŞ'ê de peymanek hat kirin. Lêbelê, tevî peymanê jî dorpêçkirin û ambargoya li ser Kobanî berdewam dike.
Rojnameger Sozda Oremar li ser ambargoya berdewam a li ser Kobanî ji ajansa me re axivî.
Di 6'ê Çile de, Sozda Oremar, êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên din ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike bi bîr xistin û got, "Me hewl da ku berxwedana Şervanan û êrîşên çeteyan kêlî bi kêlî bişopînin. Dema ku em li êrîşan dinêrin, Stalîngrad û Hîroşîma li dû xwe hiştine. Êrîş bi qasî yên li van herdu bajaran hatin kirin hovane bûn, lê li dijî wan berxwedanek mezin jî hebû. Ez kesên ku jiyana xwe ji dest dane, di şexsê Ziyad Heleb û Denîz Çiya de bi bîr tînim. Her çend em rojnamevan bin jî berî wê em jinên Kurd in. Van êrîşan bi me hemûyan re hêrsek mezin çêkir. Jinên Kurd tama azadiyê girtin û koletiyê qet qebûl nakin. Zîhniyeta HTŞ û DAIŞ'ê careke din xwe nîşan da. Çawa ku mirov di jêrzemînên Cîzrê de hatin şewitandin, heman tişt li Şêx Meqsûdê jî qewimî."
Krîza Mirovî
Sozda Oremar behsa serdema ku HTŞ hat ser desthilatdariyê kir û got: "Her kesî rastiya xwe dît. Koalîsyonê rastiya xwe eşkere kir. Em dizanin ku Tirkiye û medyaya HTŞ çawa di bin navê nûçeyan de şerekî taybet dimeşînin. Ew hewl didin ku di bin navê eşîran de şerekî bidin destpêkirin, lê ew çeteyên HTŞ ne. Çi dibe bila bibe, me qet xwe nespartiye kesî. Kobanê rûmeta hemû mirovahiyê parast. Yên ku digotin 'Kobanê li ber ketinê ye' îro jî bi heman zihniyetê êrîş dikin. Kes nikare gelê Kurd bi gotinên vala bixapîne. Koban ji 20 rojan zêdetir e di bin dorpêçê de ye. Gelê Kobanî ne hewceyî alîkariya derve ye. Ew tenê li benda rakirina dorpêçê ne. Ev gel ne cara yekem e ku van êrîşan dibîne. Lêbelê, ez dixwazim vê yekê bibêjim: Ji bo kesên ku dipirsin, 'Şîrê pitikan, an jî pêdiviyên din ên mirovî çawa xilas bûn?', ez dixwazim vê yekê bibêjim:Xelkê ji Reqa, Tebqa, Sirîn û Eyn Îsa ji ber êrîşan koçî Kobaniyê kirin. Ji ber êrîşan nifûs pir zû zêde bû.”
‘Li her cihî herî kêm 5 malbat dimînin’
Sozda Oremar diyar kir ku kesên koçber di xanîyên neqediyayî de, di nav de dibistan û zanîngeh û dikan jî hene, dimînin û got, “Li her cihî herî kêm 5 malbat dimînin. Ew tên Kobaniyê da ku nekevin destê çeteyan û ev mirov tevî hemû şert û mercên dijwar berxwedanek mezin nîşan didin. Vî gelî par li Tişrînê heman tişt jiya. Lê niha, ji ber dorpêçê, dermanên wan ên penceşêr û gurçikan xilas dibin. Lê gel bi xwe û doza xwe bawer dik. Ev gel e ku di salên 1980'yan de li Zindana Amed li ber xwe da. Ew ê tu carî serî netewînin. Gel kesên ku ji dûr ve li ser navê Kurdan diaxivin cidî nagirin. Tevî hemû astengiyan, gel dibêje, ‘Em xwendekarên Rêber Apo ne. Wekî rojnamevan, em jî ji dorpêça berdewam a li ser Kobanî bandor bûne.”
'Hebûna mirovan li kolanan hêzê dide me'
Sozda Oremar, behsa qutbûna înternet û ceryanê li Sirînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşên pir lezgîn hene, lê em nikarin wan ji cîhana derve re ragihînin ji ber ku înternet tune ye. Wekî çapemeniyê, em ê hewl bidin ku bigihîjin gelê xwe çi dibe bila bibe. Bi rojan e rê nadin kamyonên alîkariyê derbas bibin. Em dizanin ku gelê me bi me re ye, çi dibe bila bibe, hêzê dide me. Her çend alîkarî negihîje jî hebûna gelê Kurd li kolanan moralê dide me hemûyan. Bavekî li eniyên pêş navê kurê xwe yê nûbûyî danî Berxwedan. Kî dikare li dijî vê îradeyê derkeve an jî îradeya berxwedanê bişkîne?"







