Rêveberiya Xweser çû serdana koçberan: Daxwaza esas vegera bi ewle ye
- 20:23 9 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana koçberên Efrîn û Şehbayê yên li Qamişloyê kir.
Şande ji hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Umer, tevî rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê pêk tê, bi hemahengiya heserokê Meclisa Kar û Barên Koçberên Efrîn – Şehbayê Leyla Heftaro, hevserokên Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên û Îbrahîm Heftaro serdana koçberan kir.
Şandeyê serdana koçberên ji Efrîn û Şehbayê yên ji ber êrişên komên hikumeta demkî ji ber Tebqa, Reqa û Helebê koçberî Qamişloyê bûne, kir. Şandeyê li daxwazên koçberan guhdarî kir.
Îlham Ehmed diyar kir ku zêdetirî 118 dibistan wek wargeh ji bo koçberên Efrîn, Şêxmeqsûd, Tebqa û Reqa, Serêkaniyê û Girê Spî tên bikaranîn. Her wiha da zanîn ku nêzî 80 hezar koçber li bajarê Qamişloyê dimînin.
Îlham Ehmed destnîşan kir proseya perwerdeyê hatiye rawestandin û pêdiviyên rojane gelekî kêm bûne. Her wiha bi bîr xist ku daxwaza sereke ya koçberan vegera ewle ya koçberan li warê xwe ye.
Îlham Ehmed bi bîr xist ku di lihevkirina dawîn a li gel hikumeta demkî de bendeke taybet ji bo vegera koçberan heye û destnîşan kir ku divê veger bi çavdêrî û garantiya navneteweyî pêk were û dosyaya wê ji aliyê hikumeta demkî ve were şopandin.
Hevseroka Daîreya Têkilyên Derve di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku aramiya Sûriyeyê rasterast girêdayî vegera ewle ya koçberan bo warê xwe ye û anî ziman ku divê kesên li malên xelkê Efrînê hatin bicihkirin werin derxistin û rêveberiya herêmê radestî niştecihên wê were kirin, herêm were birêxistinkirin û parastin.
Îlham Ehmed bal kişand ser rewşa Kobanê jî û da zanîn ku dorpêç didome û rewş trajedîk e. Her wiha got, divê dorpêç rabe, ceyran û av werin dabînkirin, alîkariyên mirovî derbas bibin. Îlham Ehmed got, dê Rêveberiya Xweser hemû hewldanên xwe bike da ku alîkarî derbasî Kobanê bibin.







