Rozerîn Kalkan piştî 10 salan hate berdan

  • 20:24 9 Sibat 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Rozerîn Kalkan a ku di sala 2016an de bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 10 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ku lê dihat ragirtin hate berdan.
 
Girtiya siyasî Rozerîn Kalkan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîaga ya Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 10 salan hate berdan. Rozerîn Kalkan, li pêşiya girtîgehê ji hêla endamên malbata xwe, EGE-TUHAYDER û gelek kesan ve bi çîçek û tilîliyan hate pêşwazîkirin.
 
Rozerîn Kalkan, li pêşiya girtîgehê axivî û got: “Moralê hemû hevalên me pir baş e. Hemû hevalên me yên girtî ji gelê me yê li Rojava li ber xwe dide re silav şandin.”
 
Derbarê Rozerînê de
 
Rozerîn Kalkan, di 11ê Tebaxa sala 2016an de li Mêrdînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. 9 rojan li Şaxa TEMê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê hate ragirtin û bi îşkenceya zayendî û fîzîkî re rû bi rû mabû. Piştre jî sewqî dadgehê hate kirin û hate girtin. Rozerîn Kalkan, li Girtîgeha Tîpa E ya Nîgdeyê 11 mehan di hucreya yek kesî de hate ragirtin. Di Tîrmeha sala 2017an de jî sewqa wê hate qebûlkirin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Rozerîn Kalkan, piştî 10 salan hate berdan.