Lêgerîna çareseriya demokratîk (6)
- 09:07 14 Sibat 2026
- Dosya
Di perspektîfa neteweya demokratîk de hiqûq
Leyla Ayaz
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku dewleta neteweyî hêza xwe bi giranî ji pergaleke hiqûqî ya yekalî birêkûpêk digire û balê dikişîne ser pêwîstiya têgihîştineke hiqûqî ya cuda, piralî û li ser bingeha herêmî ji bo neteweyek demokratîk.
Hiqûqa dewleta neteweyî pergaleke ku bi awayekî yekalî wekî amûreke rewatiyê ji bo modernîteya kapîtalîst tê rêvebirin e ku azadiya civakê sînordar dike. Ji aliyê din ve, hiqûqa demokratîk têgihîştineke bêtir ahengdar û hêsantir e ku li ser bingeha qanûnên rêveberiya herêmî ye. Nîqaşên heyî pêwîstiya rêzikeke hiqûqî ya nû ya li ser bingeha statuya xweseriya demokratîk li dijî zordariya hiqûqa netew-dewlet a navendî li ser civakê destnîşan dikin. Ev nêzîkatî hem di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de û hem jî di parastina nasnameyên herêmî de wekî alternatîfek girîng tê dîtin. Lihevhatina destûrî ya demokratîk a neteweyî wekî modela çareseriya hemdem a modernîteya demokratîk derdikeve pêş.
Di vê beşa dosyayê de, me nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser “Avahiya Hiqûq a Neteweya Demokratîk " anî pêşberî we.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku hiqûqa demokratîk ew hiqûq e ku xwe disipêre cihêrengiyê û wiha bal dikişîne ser mijarê: “Ji vê jî girîngtir, kêm serî li tenzîmkirina huqûqê dide û avahiyeke hêsan e. Dewleta netewe ew sîstema dewletê ye ku tevahiya dîrokê tenzîma hiqûqî herî zêde pêşde biriye. Lewma tevlî her tiştê civakê dibe, nexasim hewl dide civaka exlaqî û polîtîk tesfiye bike.
Têgihiştineke şiklî …
Civakên berê bi giranî hewl didan bi rêxistiniyên exlaqî û polîtîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Modernîteya kapîtalîst hewl da xwe bisipêre huqûqê û bi vî awayî xwe rewa bike. Ji ber ku zêde dest werda civakê û ew mêt, serî li wê amûra jê re hiqûq tê gotin da ku gelekî tevlîhev û dadê şiklî dike. Çawa ku gelek caran tê gotin, hiqûq ji ew yekparebûna qanûnên maf û erkên ferd û civakê sererast dikin wêdetir, ew hunerê rêveberiyê ye ku tevahiya dîrokê neheqiyên mezin ên kapîtalîzmê rê li ber wan vekiriye bi têgihiştineke şiklî ya dadê bi hejmareke zêde ya qanûnan rewa kiriye.
Di destê bûrjûwaziyê de sîleheke mezin
Li şûna bi pîvanên exlaqî û polîtîk bi rê ve bibe bi qanûnan bi rê ve dibe û ev bêhtir xweserî modernîteya kapîtalîst e. Bûrjûwaziya exlaq û polîtîkayê înkar dike serî li erka hiqûqê dide ku hêzeke mezin didiyê. Di destê bûrjûwaziyê de sîleheke mezin e. Xwe hem li dijî nîzama berê ya exlaqî û polîtîk, hem jî li hemberî kedkarên li qata jêr bi hiqûqê diparêze. Dewleta netewe bi giranî hêza xwe ji erka hiqûqê ya bi awayekî yekalî hatiye amadekirin digire. Hiqûq bi awayekî ayetên xwedayê dewleta netewe ye. Tercîh dike ku civakê bi van ayetan bi rê ve bibe.
Qanûnên rêveberiya herêmî
Ji ber vê yekê, neteweya demokratîk li hemberî huqûqê, nexasim li hemberî hiqûqa destûrî hestyar e. Neteweya demokratîk ji neteweya hiqûqê bêhtir exlaqî û polîtîk e. Kengî bi dewletên netewe re ji bo jiyana li bin banekî li hev hat kirin, hingê pêdivî bi hiqûqê çêdibe. Cihêbûna qanûnên neteweyî û qanûnên xwecihî girîng dibin. Kengî hiqûqa dewleta netewe ya ku berjewendiyên burokratîk navendî yek alî dike esas bi berxwedana komên çandî û xwecihî re rûbirû bibe, hingê neçar wê qanûnên rêveberiya herêmî qebûl bike. Di serî de DYE û welatên Yekîtiya Ewrûpayê, li gelek welatên dinyayê sîstemên huqûqê yên federal û federe dimeşin. Li dijî kapîtalîzma yekdestdar û burokrasiya navendî sîstemên ku berjewendiyên gelan diparêzin û di wezna navbera hêzên dijber de cih digirin, bêhtir bi pêş dikevin.”
Hiqûqeke xweser a kurdan…
Abdullah Ocalan da zanin ku ji ber ku hebûna Kurdan û Kurdistanê tê înkarkirin û îmhakirin, hiqûqeke wan a xweser çênebûye û got: “Di nava sîstema Osmanî de hem nivîskî hem jî bi awayekî rêûresmî huqûqeke wan hebû. Tevî ku di pêvajoya rizgariya neteweyî de nasnameya Kurd û Kurdistanê û heta qanûna reformê ya Kurd bi awayekî fermî hat qebûlkirin jî ji 1925’an ve bi rêbazên komplo, darbe û asîmîlasyonê nasnameya wan tine hat hesibandin û hewl dan wan ji nava rûpelên dîrokê rakin. Tevî ku berxwedana PKK’ê hebûna Kurd misoger kiriye jî danasîna Kurd a qanûnî pêk neaniye. Di dema KCK’ê de dewletên netewe yan wê hebûna Kurd bi awayekî qanûnî nas bikin an jî wê hiqûqa xwe ya xweseriyê bi awayekî yekalî pêk bînin
Di nava welatên Yekîtiya Ewrûpayê de ku Komara Tirkiyê jî dixwaze tevlî bibe, li gelek welatên endamê wê hiqûqên bi vî rengî hene. Jixwe di pirsgirêka Kurd de mebest ji çareseriya demokratîk û aştiyane lihevkirineke li ser destûra demokratîk a neteweyî ya bi statuya (bi qanûnî) xweseriya demokratîk e. Li Iraqê ya pêk hat û li Tirkiyê û Kurdistanê gelekî tê guftûgokirin çareseriyeke bi vî rengî ye. Eger KCK di çareseriya destûra demokratîk a neteweyî ya bi statuya xweseriya demokratîk a xwe disipêre lihevkirinê de bi ser nekeve, hingê wê bikeve riya duyemîn ango bi awayekî yekalî bikeve riya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Li Kurdistanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêveberiyeke huqûqê ya dewleta netewe nîne, di asta herêmî û xwecihî de rêveberiya modernîteya demokratîk e."







