Tecrîda 27 salan: Em ê heta dawî ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
- 09:08 15 Sibat 2026
- Rojane
Evîn Çîftçî
RIHA - Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê 27 salên xwe tije dike û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd hîna diodme û wiha got: “Birêz Ocalan 27 sale bi îradeyek mezin komplo vala derxistiye û li dijî vê têkoşîn meşandiye.”
Bi hekarya hêzên hegemonîk li dijî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat meşandin û di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd ku ji wê rojê de ye li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, di 27’ê Sibata 2025’an de banga ‘aştî û civaka demokratîk kir’ û bi vê re deriyekî nû yê dîrokî li Rojhilata Navîn vebû. Bi bangê re tecrîd kêm be jî bê şikandin, hîna didome.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, Ayşe Surucu ji ajansa me re axivî.
Ayşe Surucu daxuyakirin ku bi komploya navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd hedef hatiye girtin û wiha dirêjî dayê: “Komplo bi hevkariya Tirkiye, Amerîka, Israîl jî navde ji aliyê hêzên hegemonîk û kapîtalîst ve pêk hat. Armanc ev bû teşe bidin Rojhilata Navîn. Armanc pêşî li paradîgma Birêz Ocalan girtin bû. Paradîgma û felsefeya Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn nexşerêyeke nû bû. Hêzên dixwazin xwe li ser tunebûna gelan ava bikin, ji ber vê hebûna Abdullah Ocalan û PKK’ê nexwestin. Bi komployê re xwestin gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd tasfiye bikin. Kurd bi derketina PKK’ê re li Rojhilatga Navîn û Cîhanê hatin qebûlkirin.”
‘Abdullah Ocalan komplo carek din vala derxist’
Ayşe Surucu bi lêv kir ku êrîşên li ser Rojava berdewama komploya 15’ê Sibatê ne û got Abdullah Ocalan komplo vala derxistiye. Ayşe Surucu wiha domand: “di 15’ê Sibatê de dema Birêz Ocalan teslîmê Tirkiyeyê kirin digotin wê îradeyê qesl bikin û Kurdan biçewisînin. Lê Birêz Ocalan ji roja hatiye girtin ev 27 sale bi îradeyek mezin têkoşîn meşandiye û komplo vala derxistiye. Paradîgma Birêz Ocalan ji bo gelan nexşerêyek nû nîşandide. Birêz Ocalan bi paradîgma xwe re modelek nû afirand.”
‘Paradîgmayê pêşî li komkujiyan girt’
Ayşe Surucu balkişand ser êrîşên di 6’ê Sibatê de li dijî taxên Kurdan yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine destpêkirin û wiha got: “Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye. DAIŞ’iyên ku îro krawat xistine stuyê wan li dijî mirovahiyê komkujiyan dike. Em dikarin bênin ku ev êrîş berdewama komkploya navneteweyî ye. Lê em dinêrin Birêz ocalan dîsa komplo vala derxist.”
‘Em ê heta dawî têbikoşin
Ayşe Surucu di dawiya axaftina xwe de balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ û wiha bi dawî kir: “Pêvajo saleke xwe tije dike. Bibanga Abdullah Ocalan re PKK’ê xwe fesh kir û çek îmha kirin. Ev sal ji bo gelê Kurd girîng bû. Bi gelan re hêviya aştiyê afirî. Lê ji destpêkê de baweriya bi dewletê jî tam tunebû. Dewletên gavên têr navêtin. Hevdîtin hene lê şert baş nebûne. Komîsyon hat avakirin lê nebû bersiva civakê. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk bên kirin. Divê Birêz Ocalan azad bibe. Em ê heta dawî têbikoşin.”







