HRANA: 224 zarok hatine qetilkirin
- 10:47 15 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve nêzîkî 54 hezar xwepêşander hatine binçavkirin.
Rejîma Îranê nêzî 54 hezar xwepêşander binçavkirine
Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 7 hezar û 10 kes hatine qetilkirin û 53 hezar û 845 xwepêşander hatine binçavkirin, her wiha 25 hezar û 845 xwepêşander birîndar bûne.
Li gorî raporê di nav kesên hatîn qetilkirin; 6 hezar û 506 xwepêşander, 224 zarok û 66 welatiyên beşdarî xwepêşandanan nebûne hene, her wiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê jî hatine kuştin.
HRANA da zanîn ku ji serê xwepêşandanan ve 141 xwendekarên zanîngehê hatine binçavkirin, 11 hezar û 52 kes ji bo lêpirsînê ji bo dezgehên rejîma Îranê hatine gazîkirin. Her wiha 355 xwepêşander bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê duh bi raporekê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin, hatine eşkerekirin. Her wiha da zanîn ku dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê rê nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û cihê niştecihbûna wan bispêrin axê an jî cenazeyên wan vegerînin bajarên wan, ji ber wê malbatan neçar kirine ku hezkiriyên xwe li bajarekî an gundekî din bispêrin axê.







