Li Geverê civînên gel: Bıla yekitiya Kurdan pêk bê
- 19:03 18 Sibat 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Platforma Saziyên Demokratîk bi şîara “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” li Geverê civîna gel li dar xist. Di civînê de Oznûr Bartin axivî û got: “Yê ku li Rojhilata Navîn mafên hemû bindestan diparêze Rêber Ocalan e.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê bi şîara “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” bi tevlêbûna Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin û Siyasetmedar Eyup Yaşar ê ku 30 salan di girtîgehê de mabû li navçeya Geverê ya Colemêrgê civîna gel li dar xist. Civîn li eywaneke dawetê pêk hat. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizgul, endam û rêveberên DEM Partî û BDPê yên Geverê, TUHAY-DER, ÎHD, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Civînê ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
Parlamentera DEM Partiyê Oznur Bartin di civînê de axivî. Bartin da zanîn ku pêwist e gelê Kurd li dîroka xwe binêre, bixwîne û got: “Yê ku li Rojhilata Navîn mafên hemû bindestan diparêze Rêber Ocalan e. Lê di 15ê Sibata 1999an de hêzên hegemon êrişeke hovane li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîn. Dîsa îro li rojavayê Kurdistanê xwestin careke din komployeke navdewletî li dijî gele Kurd bikin meriyetê. Lê li dijî vê komployê û êrişên li ser Rojava, gelê Rojava berxwedaneke meazin nîşan da. Vê berxwedana Rojava hemû gelê Kurd kir yek û rakir ser pêyan. Gelê Kurd bû yek û ev êriş û komplo vala derxistin. Gelê Kurd bi komployan bi êrişan têk neçû û dê îro şûn ve jî têk neçe.”
‘Êrişên şerê taybet’
Oznûr Bartin destnîşan kir ku gelek kes bi awayekî êrişî vê pêvajoyê û destkeftiyên gele Kurd dikin û wiha berdewam kir: “Kesên ku êrişî nirx û destketiyên gele Kurd dikin dixwazin tarîtiyê û xerabiyê li ser gele Kurd mezin bikin. Ev kesan dixwazin li ser medyaya dîjîtal, bi aplîkasyonên cuda cuda li ser nirxên me lîstikên cuda cuda pêk bînin. Ev hemû êrişên şerê taybet in.”
‘Hêzên hegemon dev ji armancên xwe bernedane’
Siyasetmedar Eyup Yaşar jî bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 15ê Sibatê û ev tişt gotin: “Komploya 15ê Sibatê ji hela hêzên hegemonîk ve ji bo ku rê li pêşiya polîtîkayên xwe vekin hat pêk anîn. Ji ber ku paradigmaya Abdullah Ocalan li pêşiya berjewendî û polîtîkayên wan asteng bû lewre ev komplo pêk anîn. Lê Abdullah Ocalan bi paradîgma û berxwedana xwe ev komplo vala derxist. Lê hêzên hegemonîk hê jî dev ji armanc û polîtîkayên xwe bernedane. Xwestin di şexsê Rojava de car din komloyekî li ser gele Kurd pêk bînin. Rêber Abdullah Ocalan êrişên li ser Rojava wek komploy aduyemîn a navdewletî pênase kir. Ji ber ku paradigmaya Abdullah Ocalan ji bo berjewendiyên dewletan xetere ye van êrişan pêk tînin.”
Civînê piştî axaftinên destpêkê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.







