Xwediya gotina ‘Em ji mirinê mezintirin’: Xwedî li Kobanê derkevin

  • 09:04 19 Sibat 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Edlê Bekir ya bi gotina ‘Em ji mirinê mezintirin’ di bîra mirovan de cih girt, diyar kir ku krîza li Kobanê didome û wiha anî ziman: “Xwedî li Kobanê derkevin. Her roj krîza mirovî giran dibe. Divê korîdor û deriyên sînor bên vekirin.”
 
HTŞ, DAIŞ û çeteyên cîhadîst yên girêdayê Tirkiyeyê ji 20’ê Çile de ye Kobanê dorpêç kirine û nifûsa nîv mîlyonî ya bajar bi krîza mirovî ya giran re rû bi rû ye. Di serî de gelê Kobanê, hemû gelên cîhanê ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî banga vekirina korîdorên mirovî û Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê dikin.
 
Li aliyê din Platforma Bajar a Amedê diyar kir ku ji bilî 25 TIR alîkariyê, 20 TIR alîkariya mirovî di embaran de tên sekinandin û got di rewşa deriyê sînor bê vekirin de wê van alîkariyan jî bişînin.
 
Edlê Bekîr ya di berxwedana Tişrînê de bi gotinên ‘Em ji mirinê mezintirin’ di bîran de cihê xwe girt, der barê rewşa dawî ya Kobanê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em dest ji doza şehîdên xwe bernadin’
 
Edlê Bekir daxuyakirin ku ji 7 salî heta 70 salî her kes ji bo bajarê xwe biparêze li qadan e û got: “Em natirsin. Em li pişt şehîdên xwe ne. Bala her kesî li HSD û YPJ’ê ye. Em jî wek Hêza Ewlehiya Hundirîn, em ê parastina gelê xwe bikin. Gelê me natirse. Çi dibe bila bibe gelê Me helwesta xwe daniye holê. Ji roja êrîşan dest pê kiriye em li qadan e. Em bi çekên xwe parastina xwe dikin. Her kes li dijî êrîşan xwedî seknek mezine. Ne tang, ne top, tu tiştek nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Tîbûn û birçîbûn nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Hêza me heye. Emdi karin bikin. Kobanê cihê berxwedanê ye. Sembol e. Her kes di vê pêvajoyê de bû Kobanê. Em dest ji doza şehîdên xwe bernadin.
 
‘Serkeftin wê ya me be’
 
Edlê Bekir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê serkeftin ya Rojava be û wiha dirêjî dayê: “Em ji Kobanê ji keleha berxwedanê hemû gelê xwe yê berxwedêr silav dikin. Serkeftin ya me ye. Li Kobanê krîzek ku tê jiyîn heye. Divê ev bê dîtin. Derman kêmin. Hewcedariyên zarokan hene. Pirsgirêk didome. Divê korîdor û deriyê sînor bê vekirin. Dixwazin bi ambargoyê bê bandor bihêlin. Em vê qebûl nakin. Em ê heta dawî têbikoşin.”
 
‘Xwedîderketin heye lê têrê nake’
 
Edlê Bekir bang li her çar alî Kurdisanê kir û wiha bi lêv kir: “Xwedî li Rojava û Kobanê derkevin. Belê peymanek heye. Lê hîna ev peyman runeniştiye. Di alî dermanan de pirsgirêk hene. Nexweşên pençeşêr û diyabetê hene. Dermanên wan nayên peydakirin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê gelê me yê Ewropayê xwedî li serokatî, gel û welatê xwe derkevin. Divê dakevin qadan.Çi dibe bila bibe divê bêdeng nemînin. Divê em gelê Kurd xwedî li hev derkevin. Xwedîdkeretin heye lê têrê nake. Divê em bi yekitî dengê xwe bilind bikin. Divê tu kes bêdeng nemîne. Roj bi roj krîza mirovî giran dibe. Divê deriyên sînor û korîdor bên vekirin.Divê cîhan li dijî tiştên li Kobanê tên kirin bêdeng nemîne.”